Ji Ewrupiyan re, helwêstê serokê hilbijartî Donald Trump hemberî NATO xema yekem e û helbet tirsa qut kirina alîkariyên leşkerî ji Ukraine re mezin dibe.Ev xem û metirsî di van çend rojan de ji zarê rayedarên Ewrupî tê bihîstin.
NATO jî, kû bi hebûna Amerîka bihêz e û şiyan heye li pêş her dijminkariyeke Rûsiyyêa û serokê wê Putin rawestê, dîwarê ewlehiyê yê tevahiya Ewrupayê ye.
Ewrupiyên hevalbendên dêrîn yên Amerîka jî li bersiva wê pirsê digerin ka gelo serkeftina Trump ji bo ewlehî û aboriya wan çi wateyê dide?
Bêguman, niha kes pêşbîniya derketina Amerika ji NATO nake kû carekê ew ji zarê Trump bixwe hat bihîstin, lê sê rojan piştî serketina wî ya dîrokî di hilbijartinan de, û li goreyî rojnameya Wall Street Journal, darêjerên siyasetên derve ya rêvebereiya wî ya nu piştrast dikin kû serokê nû hilbijartî li rêkan digere jibo bicihkirina soza xwe ya demê kempêna helbijartina jibo rawestandina şerê Ukrayna di 24 demjimêran de.
Eger çî Trump negotiye ka dê çawa di şev û rojekê de wî şerê têkraya cîhanê û bi taybetî Ewrupa tevlîhev kirî rawestîne? Lê ew soza Trump a demê pêşbirkiya hilbijartinê bû û Amerîkiyên dengê xwe dayî jibo serketina wî, li bendê ne wan sozan bike rastî.
Niha ew darêjerên siyasetên derve pêşniyaza herêmeka bê çek dê bixin pêş çavan bi mercê kû hêzên Rûsî di wan herêman de bimînin kû heta niha dagîrkirine.
Bêguman eve dê ji Putin jî re serketin be û dudil nabe jibo ragirtina şer wek pêngava yekem ber bi destpêkirina dan û standinan.
Lê jibo dawîkirina yekcarî ya şer, Pûtîn du mer danîne. " …. tenê eger Kîev tevaya çar herêmên ku Moskow dixwaze bide dest û dev ji hewildana xwe ya ji bo tevlêbûna NATO'ê berde."
Lê her cara ev daxwaz hatibe kirin, her zû û Ukrayna û bi zarê serok Volodymyr Zelenskyy ew merc ret kirine.
Piştî serketina Trump, gelek hevsengî dê werin guhertin. Li gora têgehiştina giştî ya pêşniyazên wan alîkarên Trump, dema kû Ukrayna xwe nexe jêr barê dan û standinên aştîyê û hinek jiberdananan, Amerîka dê pişta xwe bide wê û alîkariya diravî jê re qut bike.
Ji ber vê yekê gelek şareza dibêjin, renge Ukrayna bi neçarî peymaneke aştiyê ya ne bi heza xwe pesend bike ji ber kû ne bi tenê şiyana derxistina hêzên dagîrkerên Rûsiya ji erdê xwe derxîne, belkî şiyana berevanî kirinê ji wan çar herêmên kû Putin çavê xwe li ser danîye namîne.
Heta niha Amerîka 60 Milyar dolar alîkariyên leşkerî dane Ukrayna û hêşta edrdê wê li jêr dagirkirna hêzên Rûsî deye. Niha jî Hikumeta Biden lezê dike ku alîkariya leşkerî ya bi 9 Milyar dolarên dî, bigehîne Kîev.
Berdefka Koşka Spî got, ew dê alîkariyê berdewam bikin “ jibo berdewamiya şiyana berevaniyê û şerê jibo azadî û serxwebûnê û berevaniyê ji xwe li hemberî dijminkariya Rûsiya.”
Lê jêderekê nêzîk Trump gotiye rojnameya Wall Street Journal “êdî ew şer şerê Ewrupiya ne, divêt Almanya, Birîtanya û Fransa wî şerî bikin.”
Ev pêşhat hevdemê civîna bilind a Civata Siyasî a Ewrupî ye li Budapestê. Ev civat piştî dagirkirina Ukrayne ya hatiye damezrandin. Li wê civîna nêzîkî 50 rêberên rojavayî amade bûn, dema serokê Fransa Emmanuel Macron got divê Ewrupa li ber xwe bide û xwe amade bike ji bo serokatiya Trump a Amerîka.
"Ew dê berjewendiyên gelê Amerîkî biparêze û ev rewa ye û tiştekî baş e. Pirs ev e, gelo em amade ne ku berjewendiyên Ewrupiyan biparêzin?”
Bi hemû pîvanan ew amadekarî dê bargiraniya herî mezin a aborî be li ser NATO û tevaya Ewropiyan. Ed Arnold, şarezayê Royal United Services Institute ya Birîtanî gote Dengê Amerîka “karîgeriya yekem li ser hevalbendiyê, çawaniya piştgirîya ji bo Ukrayna bidomîne,” eger Trump alîkariya leşkerî ji ser Ukrayna qut kir,
Bargiraniya aborî a duyan kû tirs heye bikeve ser milê Ewrupiyan dê bi cêbicêkirina soza Trump ya danana Gûmorikê be li ser Çînê. Trump tim siyasetên Biden yên hember Çînê rexne kirine û soz daye kû ew dê 60% baca gumorikê li ser bazirganiya Çînê deyne.
Garret Martin, pirfsorê Zanîngeha Amerîkî li Washington dibêje, ev dê "bandorek xirabker a mezin li ser bazirganiya cîhanî hebe, û dê bandorek li ser Yekêtiya Ewrupî, li ser Brîtanya û deverên din çeke."
Martin dibêje, ne dûre Trump baca giran a gumorikê deyne ser bazirganiya bi Yekîtiya Ewrupî re jî. Lê heta niha ev bi tenê pêşbîniya şirovekara ne û ne dûre senaryoyên dî derkevin holê him di mijara şêweyê rawestandina şerê Ukrayna de û him jî siyasetên aborî yên rêveberiya wî berî kû Trump sûnda yasayî ya wergirtina desthilata Koşka Spî li 20 meha yek Rêbendana 2025'an, bixwe.
Your browser doesn’t support HTML5