Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê, 9 sal cezayê zîndanê da Hevbajarvanê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, ku di 3 Hezîranê de hatibû girtin û li şûna wî qayum hatibû danîn.
Dadgehê wek sedema cezakirina Akiş beşdarbûna wî ya bo “meşa azadîya Ocalan û çareserîya pirsgirêka Kurd” nîşan da. Dadgehê, ew bi îdiaya “tevî ku ew ne endamê rêxistina çekdarîye, li ser navê wê suc kiriye” 7 sal û 6 meh û dîsa bi îdiaya “dijberî qanûna xwepêşandanan derketîye” salek û 6 mehan cezayê zîndanê girt. Akiş bi giştî jiber beşdarbûna meşekê, bi 9 salên zîndanê hat ceza kirin.
Lê, parêzerê wî Azad Ozer hemî tawan red dike û dibêje ku biryara meşê ji alîyê DEM Partî ve hatîye dayîn û li gor qanûnên Tirkîyê meş çêbûye.
“Biryara meşa azadîyê ji alîyê navenda rêvebirîya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ve hatibû wergirtin. Me, ev biryarên fermî yên Partî pêşkêşî dadgehê jî kirin. Lê jiber ku darizandinek ne hiqûqî û zelal bû, dadgehê dîsa jî wekî biryara çalakîyê ji alîyê rêxisitnê ve hatîye dayîn nîşan da û hevbajarvan Akiş ceza kir.”
Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan dibêje ku ew li hember vê dozê matmayî mane, jiber ku çî sedem di dosya wî de tune ku Akiş were ceza kirin.
“Ev dozeke pir ecêb e jiber ku heya niha qasî ez dizanim, derheqa kesekî de jiber beşdarbûna wê meşê lêpirsîn venebûye. Çawa dibe ku nişkêve derheqê kesekê de doz vedibe û lezûbez bi cezayek evqas giran tê ceza kirin. Em di vê dozê de nikarin behsê darizandin an jî hiqûq bikin, jiber ku tune. Di vê dozê de em fêm dikin ku biryareke sîyasî ye û tê xwastin ku bingeha danîna qayuman saxlem bikin.”
Akiş ku di 3 Hezîranê de hatibû desteser kirin û bi hinceta vê dozê û hin dozên din li şûna wî ji alîyê Wezareta Karê Navxweyî ve wek qayum walîyê bajêr hatibû dîyar kirin. Heman dadgehê di 5 Hêzîranê de jî 19 sal û 6 meh bi îdiaya “endamtîya rêxistina çekdarî” Akiş ceza kiribû.
Lê, Canan wiha dibîne ku cezakirina hevbajarvanan bo bingeha danîba qayuman tê kirin û gel jî vê yêkê baş dizane. Ew dibêje ku bi vê rewşê li Tirkîyê bawerîya rûniştvanan bi dadgehan nemaye.
Parlamantera DEM Partî ya Colemêrgê Oznir Bartin jî got ku dadgeh bûne amûrê sîyasetê û li gor berjewendî û xwestekên desthilatê biryaran distînin.
“Bi rastî jî dozek vala ye. Em dizanin daku armanca desteser kirin û girtina hevalên me, kedkarên gelê me ewe ku ji partîya me dûr bixin û wan bi vî şeklî tasfîye bikin. Bi vê armancê ji dîyarkirina qayuman ji Colemêrgê dan destpê kirin. Lê wekî hevbajarvanê me Akiş jî goti wî ji bilî daxwaza aştî ti suc nekirine.”
Bartin dibêje ku hevbajarvanê wan Akiş wekî her Kurdekê li hember binpêkirina mafên xwe yên rewa bertek nîşan daye û jibo vê jî ne hewceye ku ji cîhekê ferman hilde. Wê got ku jixwe wan bi xwe biryara wê meşê hildabûn û ti suc tune. Wê dida zanîn ku Akiş bo tayînkirina qayum hat ceza kirin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê di 5 Hezîranê de 19 sal û 6 meh ceza dabû Akiş. Ligel vê doza dawî ku bi 9 salan hat ceza kirin, cezayê Akiş bi giştî bû 28 sal û 6 meh. Parêzerên Akiş wek biryara din dê bo betalkirina vî cezayî jî serî li Dadgeha Cezaya Giran a Heremî bidin.
Your browser doesn’t support HTML5