Karbidestekî Ukraynî Dibêje Hêzên Wan ji Bajarê Lysychansk Vekişine

Dîmenekî hêzên Ukraynî yen li bajarê Lysychansk

Walîyê herêma Luhanskê Serhiy Gaidai ragihand ku dibe ku hêzên Ukraynî ji bajarê Lysychansk vekişîbin da ku rê li ber dorpeça hêzên Rûsî bigirin ku kontrola du cîhên li başûrê Ukrayna bi dest xistine.

"Bi armanca ku em dorpêçkirinê asteng bikin, fermandarîya me dikare fermanê bide ku leşker paşve vekişin cihên nû," Gaidai di televîzyona netewî de got.

Wî herwiha dîyar kir ku tevahîya ji Lysychansk di bin agirê artêşa hêzên Rûsî de ye û rewşa li bajêr gelek xeter e.

Serfermandarîya giştî ya hêzên çekdar yên Ukrayna îro hindakirina Rai-Oleksandrivka û Loskutivka piştrast kir ku derdora 5 km dûrî Lysychanskê ne.

Serfermandarîya Ukrayna herwiha ragihand ku hêzên Rûsî hewil didin ku hêzên wê yên li wê derê dorpêç bikin.

Arteşa Ukrayna eşkere nekir ku ka wê çawa bersîva hêzên Rûsî bidin.

Ajansa nûçeyan ya Rûsî, TASS ji ser zarê cudaxwazên ku Rûsya piştgirîya wan dike, ragihandibû ku bajar dorpêçkirî ye.

Wezareta Berevanîyê ya Brîtanya jî îro dîyar kir ku jiber pêşketinên Rûsya yên vê dawîyê, hêzên Ukraynî ku li Lysychansk-Sieverodonetskê ketine rewşeke dijwar.

" Lê, hewildanên Rûsya yên jibo dorpêçek kûrtir ya bi armanca girtina rojavayê herema Donetsk Oblast rawestîne," wezaretê got.