Lukashenko û Merkel Dê Careke Din Ser Kêşeyên Koçberan Biaxifin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Belarûsê Alexander Lukashenko û Serokwezîra Almanya Angela Merkel dê cara duyê ser kêşeyên koçberên li sînorê Belarûs û Yekîtîya Ewrupa (YE) biaxifin.

Reutersê ew agahî ji zarê ajansa nûçeyan ya Belta ya Belarûsê ragihand.

Lukashenko û Merkel do Duşemê ser kêşeyên koçberên li sînor axifîbûn.

Belta dîyar kir ku Merkel piştî axaftinê bi karbidestên welatên YE re ser pêşnîyaza Mînskê ya bo qedandina kêşeya koçberan peyivîye.

Bi hezaran koçberên ji welatên Rojhilata Navîn li daristanên li sînorên Belarûs û welatên YE, Lîtvanya û Polonya asê mane.

Jiber sermaya zêde hin koçberên li sînor mirin û bo yên mane fikarên ewlekarîyê çêbûne.