Serokê Belarûsê Lukashenko Serdana Hêzên Rûsî Kir

Serokomarê Belarûsê Alexander Lukashenko serdana bingeha leşkerî ya hêzên Rûs kir.

Wezareta Berevanî ya Belarûsê ragihand ku Lukasenko di serdane de bi nûnerên Rûs re ser hîndarîyên hevbeş axifîye.

Nûnerên Rûs gotine ku ew hazir in ku erkên xwe bi cîh bînin.

Belarûs hevbendeke nêzîk ya Rûsya ye û danûstandinên wan gumanê çêdikin ku hêzên Rûs ji Belarûsê êrîşî Ukrayna bikin.

Mînsk dide zanîn ku ewê nekeve şerê Rûsya û Ukrayna, lê Rûsya ax û esmanê wê bo firandina muşek û dronan bi kar tîne.

Jêder: Reuters