Lubnan Dê Dest bi Vegerandina Penaberên Sûrî Bike

.

Serokomarê Lubnanê Michel Aoun îro Çarşemê got ku ewê penaberên Sûrî kom bi kom vegerînin Sûrîyê.

Aoun da zanîn ku ewê di dawîya hefteya pêş de dest bi vegerandina penaberên Sûrî bikin.

Reuters dide zanîn ku li Lubnanê pirtir ji 1 mîlyon penaberên Sûrî dijîn.

Yek ji wan penaberan Cîhan Qerehesen, ku dayika du zarokan e û ew 10 sal in li Lubnanê dijî.

“Ev, biryareke şaş e jiber ku rewşa Sûrîyê hîn aram nebûye û vegerandina penaberan ji Sûrîyê re xeterîyeke mezin e. Ez. bi zarokên xwe re hatime Lubnanê ku di nava aramîyê de bijîm lê niha ditirsim ku me vegerînin Sûrîyê."

Hêjayî bîrxistinî ye, bi mîlyonan penaberên din yên Sûrî jî li Tirkîyê dijîn û nîqaşên ser rewşa wan ew demek e di rojeva wî welatî de ne.