Lubnan Tedbîrên Dijî Korona Jinûve Berfireh Dike

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Lubnan dê tedbîrên dijî kesên vaksînên vîrusa korona li xwe nedane fireh bike.

Reutersê dîyar kir ku bo kesên vaksîn li xwe nedane dê ji 17’ê Berfanbarê pê ve qedexeya derketinê ya bi şev were ragihandin.

Hikûmeta Lubnanê dê bo xebatkarên di hin sektoran de karanîna vaksînê mecbûr bike.

Komîteya COVID-19 dîyar dike ku ji 10’ê Çile pê ve dê bo hemî karker û karmendên di karên saxlemî, perwerdehî, turîzm û veguhestina komî de dixebitin karanîna vaksînan mecbûr be.

Piştî Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ser cureya nû ya vîrusa korona ya bi navê Omicron got ku fikaran çêdike, jimareke dewletên cîhanê dest bi berfirehkirina tedbîran kirin.