Lubnan Dîjî COVID-19 Girtina Giştî ya 3 Hefteyî Radîgîhîne

Dîmenek ji peyvajoya vîrusa korona ya li Lubnanê

Lubnanê îro Duşemê bi armanca rawestandina zêdebûna bûyerên COVID-19, tevî qedexeya derketina derve ya bi şev, girtineke giştî ya bo sê hefteyî ragihand.

Bilinbûna pêketinên vîrusa korona zorê dide şayana nexweşxaneyên li Lubnanê ku jixwe rûbirûyê hilweşîna darayî ye.

Wezîrê Saxlemîyê yê demkî Hamîd Hesen piştî civîna komîteya wezîran a li ser COVID-19 ji rojnamevanna re ragihand ku girtina giştî dê roja Pêncşemê dest pê bike û heya 1'ê Sibatê bidome.

Hesen dîyar kir ku ewê hûrguliyên din jî roja Sêşemê eşkerer bikin.

Di nava biryara girtina giştî de ewê qedexeya derketina derve ya ji 6'ê evarê heta 5'ê serê sibê jî hebe.

"Diyar bû ku rewşa dijwar ya pandemîyê gîheştîye qonaxeke ku j bi cidî jîyana Lubnanîyan tehdît dike ku jiber nexweşxane nikarin cîhan peyda bikin, bi cidî jîyana Lubnanîyan tehdît dike ," Hesen got.

Lubnanê roja Yekşemê 2.870 bûyerên nû yên vîrusa korona ragihand, ji 21'ê Sibatê vir ve hejmara gîştî ya pêketinan gîheşt 189.278 kesan û hejmara kuştinan jî bû 1486.

Lubnan rûbirûyê krîzeke darayî ya wêranker e ku nirxa diravê têkçûye, bankan felç kirîye, û hebûna mirovan yên di bankayan de nin cemidandîyê.

Hevdem, jiber ku nirxê dolar gelek bilind bûye, berhemên bijişkî gelek kêm bûne.

Beşên çavdêrîya krîtîk vê havînê giheştibûn kapasîteya metirsîdar ku belavbûna vîrusa korona piştî peqîneke mezin ya li bendergeha Beyrutê gelek zêde bûbû.

Dı encama peqînê de 200 kes jîyanên xwe hinda kiribûn û gelek nexweşxane jî hilweşîyabûn.

Pîvana dûrahîya civakî û tedbîrên din yên bo pêşîgirtina vîrusa korona bi rengekî xurt nayên bi cîh anîn.

Karbidest didin zanîn ku piştî betlaneyên sersalê û niha tirsa zêdebûna berbiçav ya peketinan heye.