Lubnan 70 Efser û Leşkerên Sûrî Vedigerîne Welatê Wan

Hêzên ewlekariya Navxweyî ya Lubnanî

Rueters li gor çavakniyek ewlekarî yê Lubnanî ragihand ku roja Şemiyê karbidestên Lubnanî 70 efser û leşkerên Sûrî vegerandin welatê wan piştî ku bi şêweke ne yasayî hatbûn di nav axa Lubnanê de.

Berpirsê fermî yê ewlekarîya Lubnanê û saziyên çavdêriyê ev yek piştrast kirine.

Çavdêriya Sûrî Bo Mafên Mirov, ji aliyê xwe ve radigihîne ku artêşa Lubnanê bi amadebûna şandeke ewlekarî ya welêt, nêzîkî 70 welatiyên Sûrî, di nav wan de efserên pilebilind yên hêzên rêjîma berê hebûn, li dergehê sînorî El-Erîde yê di navbera Lubnan û Sûriyê de li gundewarê Tertûsê, radestî desthilata nû ya Sûriyê kirin.

Li gorî çavkaniyên pêbawer yên SOHR'ê, 3 otobusên ewlekariya giştî ya Lubnanê, tevî otombîlên şandeya Îstixbarat û Ewlekariya Giştî ya artêşa Lubnanê bi serokatiya generalekî ji Asayîşa Giştî ya Lubnanê ew kes hatin radest kirin.

Çavkaniyên pêbawer ragihandin ku ew efser û çekdarên doh ji ber ku bi rêyên neqanûnî derbasî devera Cebayel a Lubnanê bibûne hatbûn binçavkirin.

Jêder: Reuters/SOHR