Êrîşa Mûşekan ya ji Lubnanê 11 Kesan li Îsraîlê Birîndar Dike

Başûrê Lubnanê

Roja Şemiyê Saziya Xizmetên Lezgîn ya Îsraîlê ragihand ku di êrîşeke nû ya mûşekan de ku ji Lubnanê hatine avên li navenda Îsraîlê 11 kes birîndar bûn, piştî ku mûşek bi malekê ketî. Ev êrîş hêvîyên heyî yên gihiştina agirbestekê li Lubnanê kêm dike.

Şer û pevçûn di navbera hêzên Îsraîlî û çekdarên Hizbullaha Lubnanî ji Îlonê ve gur dibin, di vê hefteyê de hêvî hebûn ku bi zextên Amerîka agirbestek pêk were.

Qasim Mohîb xelkê bajarê Tîra ye ku êrîş lê pêkhat, ser êrîşa mûşekan dibêje, "Em derketin derve me ewqas dît toz bilind dibe, zarok û jin diqîriyan, her kes qesta mala ku mûşek pêketî kir. Me karî ku hemîyan rizgar bikîn, spas ji bo xwedê ku kuştî nebûn."

Di dema ku êrîşa mûşekan pêkhat, Hizbullahê got ku wan bingeheke leşkerî yê li derdora Tel Avîvê kir armanc.

Saziya Xizmetên Lezgîn ya Îsraîlê da zanîn ku jiber perçeyên mûşekê 11 kes birîndar bûne.

Leşkerê Îsraîlê ragihand ku sîrênên hişyariyê li Bakurê Îsraîlê hatin dom kirin jiber êrîşên mûşek û dronan yên ji Lubnanê.


Roja Înê, wezareta tenduristiyê ya Lubnanê got ku 52 kes di êrîşên Îsraîlî yên li ser zêdetirî deh bajarokan de hatin kuştin, yên ser herêma Ba'albek, ku di lîsteya UNESCO'yê de ye, avahî û kavilên dîrokî yên serdema Romanî li wir hene.

Leşkerê Îsraîlî roja Şemîyê got ku wan roja Înê du fermandarên Hîzbullahê li herêma Sur kuştine. Lê Hizbullahê ti şirove nedan.

Hizbullah a ku Îran piştgirîya wê dike dest bi avêtina mûşekan li dij Îsraîlê kir weke piştgirî bo hevalbenda xwe yê Filistînî Hamasê rojekê piştî çekdarên Hamasê di 7ê Cotmeha 2023'an de êrîşî Îsraîlê kir. Li gorî daneyên Îsraîlê nêzî 1200 kes di êrîşa Hamasê de hatin kuştin û 251 kes jî weke rehîne bi xwe re birin Gaza.

Li gorî wezareta tenduristiyê ya kerta Gaza ku li jêr kontrola Hamasê de ye, zêdetirî 43,000 Filistînî ji wê demê ve hatine kuştin, dîsan li gor daxuyaniya wezareta tendirûstî ya Lubnanê heta niha herî kêm 2897 kes li Lubnanê di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.

Îsraîl radigihîne ku di êrîşên Hizbullahê de yên ser Îsraîlê 71 kes ji herêmên cûda hatine kuştin.

Jêder: Reuters