Artêşa Lubnanê îro duşemê ragihand ku Îsraîlê dijî wê êrîşeke dronî li dar xistiye.
Li gor ragihandina artêşê, Îsraîlê êrîşa dronî li nêzî bingeha leşkerî ya El-Abara, ku nêzî sînorê Sûrîyê ye, biriye ser bulduzereke wê ya leşkerî.
Wê artêşê da zanîn ku di êrîşê de leşkerkî wê birîndar bûye.
Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê piştî pevçûnên pirtir ji ji salekê ajotin, Çarşema borî pevçûn sekinandin.
Her du alîyan wek parçeyeke pêşnîyara Amerîka ya jibo agirbesta 60 rojî pevçûn rawestandin.
Pevçûnên li sînorê Îsraîl û Lubnanê bi şerê Gaza re kur bûbûn ku di wan pevçûnan de b hezaran kes hatibûn kuştin.
Jêder: Reuters