Artêşa Îsraîlê Fermana Valakirina 22 Gundên Başûrê Lubnanê Dide

Lubnan

Artêşa îsraîlê roja Şemiyê di daxuyaniyekê de ferman da ku rûniştvanên 22 gundên başûrê Lubnanê gundên xwe vala bikin û berê xwe bidin herêmên bakurê çemê Ewelî.

Êrîşên esmanî û topxaneyên Israîlî li ser deverên curbicur li başûrê Lubnanê, Bekaa û taxa başûrî ya Beyrûtê berdewam dike, di heman demê de artêşa Lubnanê kuştina endamekî xwe di yek ji wan êrîşan de ragihand, di heman demê de ku sîrênên ewlehiyê li çend deverên Israîlê hat lêdan.

Artêşa Îsraîlî di "daxuyaniya lezgîn" de ji niştecihên wan gundên li başûrê Lubnanê re ku navên wan wehan e: "Eyta el-Şeab, Ramiye, Yater, Qozah, Beyt Lev, Hanin, Reşaf, Eynta, Qalila, El-Hush, Nebaa, Tulîn, Temrîye, Xiyam û Xirbet, Kefer Hemam, Ereb El-Louizeh, Pira Ebû Zeblah, Cebel el-Adas, Dehr Bariyat Cabir, Kafra, Ramadiye û Zibqin re xwest ku gundên xwe vala bikin.

Daxyunaî dibêje"çalakiyên Hizbullahê" artêşa Îsraîlê mecbur kirîye ku "tedbîran bistîne."

Ji gundiyan hat xwestin ku "demildest malên xwe vala bikin" û hişyarî da, ku "Her kesê ku nêzî endamên Hizbullah, bingehên wê û çekên wê be, jiyana wî dikeve di metirsiyê de."

Danê sibê roja Şemiyê sîrênên hişyariyê li hejmarek navçeyên sînorî li bakurê Israîlê ji ber avêtina topan û roketan ji nav axa Libnanê hat bihîstin.

Nûçegihana kenaklê El-Hurra li Qudsê îro Şemiyê ji zarê artêşa Îsraîlê ragihand ku: "Piştî hişyariyên ku li herêma Celîlê ya Navendî hatin dayîn, hêzên hewayî karîn mûşekeke ku ji Lubnanê derbasî wî welatî bibû, bi awayekî serkeftî têk bibin."

Şeva Înê û Şemiyê, artêşa Îsraîlê balafireke bêpîlot a ku ji Libnanê ber bi navenda Îsraîlê ve hatibû avêtin, girt û ya duyemîn jî li avahiya bajarê Herzliya xist, bêyî ku ti ziyanên canî çêbibin.

Ji 23ê Îlonê ve, Îsraîlê êrîşên xwe li ser baregehên Hizbullahê û bingehên wê yên leşkerî û serkirdayetîyê zêde kirine, û Sekreterê Giştî yê partiyê Hesen Nasrallah di êrîşeke esmanî ya mezin de di 27ê Îlonê de li taxên başûrî kuştin.

Li gorî ajansa AFP li gor hejmarên fermî, ji destpêka zêdebûna êrîş û aloziyên ser sînor di Cotmeha 2023 de, zêdetirî 2,100 kes li Lubnanê hatine kuştin, di nav wan de nêzîkî 1,200 ji dema tundbûna bombebarana Israîlî di 23ê Îlonê de.

Netewên Yekbûyî (UN) radigihîne ku nêzîkî 700,000 kes jiber êrîşan derbider bûne, û nêzîkî 400,000 kes, ku piraniya wan Sûrî ne, ji Libnanê reviyane welatê xwe Sûriyê.

Welatên li çar aliyên cîhanê hemwealtiyên xwe ji Lubnanê derdixin.

Jêder: AFP/Alhurra/Te Times Of Israel