Hêza aştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li başûrê Lubnanê îro Înê ser zêdebûna pevçûnên li sînorê Lubnan û Îsraîlê banga kêmkirina girjîyê kir.
Îsraîl û Hizbulaha bi piştgirîya Îranê nêzî salekê ye li sînor pev diçin.
Berdevka UNIFIL’ê Andresa Tenenti ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re got ew dibînin ku li dirêjîya Xeta Şîn û qada operasyonê pevçûn bi awayekî cidî gur bûne.
‘’Em ser gurbûna girjîya li dirêjîya Xeta Şîn ketine fikaran û bang li hemî aktoran dikin ku girjîyê demûdest kêm bikin.’’
Xeta Şîn, sînorê di navbera Lubnan û Îsraîlê de nîşan dide.
Firokên şerker yên Îsraîlê do Pêncşemê li başûrê Lubnanê êrîşên xwe yên herî berfireh li dar xistibûn.
Vê hefteyê li bi hezaran cîhazên peywendîyê û bêtêlên Hizbulahê di destên endamên wê de peqîbûn û di encamê de herî kêm 37 kes hatibûn kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.