Di Êrîşeke Çekdarî de 5 Kes li Bajarê Louisville ya Amerîka Hatine Kuştin

Karbidestên ewlekarî yên li bajarê Louisville ya eyaleta Kentucky radigihînin ku di êrîşeke çekdarî ya ser avahîya bankayekê de 5 kes hatine kuştin.

Cîgirê Berpirsê Polîsên Louisville Paul Humphrey got ku di êrîşê de 6 kesên din jî birîndar bûne û ew nika lu nexweşxanê ne.

Humphrey, di preskonferansê de dîyar kir ku êrîşvan jî di nava kuştîyan de ye.

Dîdevanên bûyerê ji televîzyona xwecîhî WHAS-TV re gotiye ku wan li hindurê avahîyê dengê guleyan bihîstiye.

Ajansa AP ragihand ku li cihê bûyerê jimareke maşîneyên polîsan xuya dibûn û hin kes bi ambulansan ji cihê bûyerê dihatin veguhastin.