Lîtvanya: Danûstandinên NATO Wê Ukrayna Geşbîn Bikin

Serokomarê Lîtvanya Gitanas Nauseda got ku danûstandina NATO ya jibo endamtîya Ukrayna wê wî welatî geşbîn bike.

Nauseda ser hilcivîna NATO ya hefteya pêş, ku dê li Lîtvanya çêbe, dîyar kir ku ew bi xwe jî geşbîn e ku ewê jibo Ukrayna hin rêbazên nû bibînin.

‘’Hest çêbûne ku wê Ukrayna wê xeyalşikestî nebe û ji gotinên berê berfirehtir hin gotin werin kirin. Dibe ku Ukrayna di vê hilcivînê de tiştên ku dixwaze hemîyan bi dest nexe, lê ew rind dizane ku ku wê hin tiştên erênî hebin."

Piştî şerê Rûsya û Ukrayna, Kîev bo bibe endama NATO dest bi danûstandinên berfireh kir.

Swêd û Fînlandîya jî piştî şer serî li NATO dan ku bibin endamên hevpeymanîyê, lê bi tenê Fînlandîya hat pejirandin.

Stockholm ser endamtîyê danûstandinan didomîne, lê ji dewletên NATO, Tirkîye û Macaristanê wê napejirînin.

Di NATO de 31 dewlet hene û jibo endameke nû were pejirandin divê hemî dewlet wê bi yekdengî bipejirînin.

Jêder: AFP, VOA