Li Lîbya Xebatên Lêgerînê yên Piştî Lehîyên Wêranker Didomin

Karbidestên Lîbyayî dibêjin ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bi berdewamî xebatên xwe didomînin ku kesên ku di lehîya bajarê Dernan de hinda bûne, bibînin.

Di lehîyên xurt ya dema bahoza Daniel li Deryaya Sipî ku di encamê de bi hezaran kes jîyana xwe ji dest dan.

Serokwezîrê hikûmeta rojhilata Lîbya îro Sêşemê got ku desthilatdaran Derna kirîye çar beş ku rê li belavbûna nexweşîyan bigirin.

Daxuyanîya serokwezîr rojekê piştî xwepêşanderan tê ku daxwaza jinûveavakirina lezgîn ya bajêr bikin.

Neteweyên Yekbûyi hişyarî dide ku belavbûna nexweşîyan wê bibe krîza wêranker ya duyê.

Operasyona vejandinê bi awayekî ne baş hatiyê rêkxistin û rûniştvan gazincan dikin ku newekhevî di dabeşkirina alîkarîyan de heye.

Karbidestên hikûmetê û ajansên alîkarîyê didin zanîn ku di encama vê krîzê de navbera 4 ta 11 hezar kes jîyanên xwe ji dest dane.

Lê, Heyva Sor ya Lîbyayî jî dibêje ku bi kêmî 11,300 kes mirine û rewşa 10,000 kesên din jî hîn ne zalal e.