Von der Leyen Dibêje Ewê Dijî Rûsya Paketeke Nû ya Toleyan Ragihînin

Seroka Komisyona Ewrupa Ursula von der Leyen îro Pêncşemê serdana Kîev ya paytexta Ukrayna kir.

Von der Leyen di preskonferansa hevbeû ya bi Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re dîyar kir ku ew dijî Rûsya hazirîya toleyên nû dikin.

‘’Di 24’ê Sibatê de, tam di salvegera dagirkerîyê de, em plan dikin dijî Rûsya paketa 10’an ya toleyan ragihînin.’’

Von der Leyen got ku paketên toleyên yên wan heta niha ragihandine aborîya Rûsya hilweşandine.

Karbidesta Ewrupî dîyar kir ku tevahîya Yekîtîya Ewrupa (YE) ji demeke dirêj vir ve bi Ukrayna re ye.

Dîplomatê payebilind yê YE’ê Josep Borell jî îro Pêncşemê dîyar kiribû ku ew dê îsal 30,000 leşkerên Ukraynî perwerde bikin.

Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne ku par di 24’ê Sibatê de destpê kiribû.

Jêder: AFP