Letîf Reşîd Bû Serokkomarê Nû yê Îraqê

Letîf Reşîd

Parlamana Îraqê îro Pêncşemê di dengdanekê de Letîf Reşîd wek serokkomarê nû yê Îraqê hilbijart.

Reşîd ku endamê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ye di gera duyê de deng 162 wergirtin.

Hêjayî balkişandinê ye ku 329 endamên parlama Îraqê hene, lê tenê 269 parlamanter di gera duyê ya dengdana hilbijartina serokomarê nû de amade bûbûn.

Serokkomerê niha Berhem Salih di dengdana duyê de 99 deng wergirtin.

Di gera yekê ya hilbiajrtinê de Reşîd 156 deng û Salih jî 99 deng bi dest xistibûn, lê ti berbijar nekarîbû 220 dengên pêdivî wergirtana.

Serokkomrê Îraqê jibo çar salan li ser kar dimîne û mafê wî heye ku du caran anku heta 8 salan li ser vê postê bimîne.