Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku parlamana Letonya îro Pêncşemê, Rûsya jiber şerê li Ukrayna wek dewleta ku piştgirîyê dide terorê pejirandiye.
Parlamana Letonya bang li hevbendên Rojavayî kir ku dijî Moskowê toleyên berfirehtir ragihînin.
Li gor biryara parlamana Letonya kiryarên Rûsya yên dijî Ukrayna wek jenosîd tê qebûl kirin.
Wê parlamanê ji hevbendên Rojava xwest ku piştgirîyên leşkerî, diravî û dîplomatîk yên bo Ukrayna zêdetir bikin û kiryarên Rûsya şermezar bikin.
Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba jiber biryara ser Rûsya spasîya parlamana Letonya kir.
Hêjayî bîrxistinê ye ku ji şerê Rûsya ya ser Ukrayna vir ve bi hezaran kes hatine kuştin û bi mîlyonan Ukraynî jî neçar man ku warên xwe biterkînin.