Li Afganistanê di Lehiyên Demûdest de Zêdetirî 200 Kes Mirin

Lehî li Afganistanê

Ajansa Neteweyên Yekbûyî (WFP) roja Şemiyê got, lehiya li bakurê Afganîstanê rû dayî, tenê li parêzgeha Baghlan bû sedema mirina zêdetirî 200 kesan , di heman demê de ku rayedaran rewşa awarte ragihand û tîmên rizgarkirinê şandin da ku birîndaran derman bikin.

Roja Înê, barana dijwar bû sedema herikîna çem û lehiyê li gund û zeviyên çandiniyê li çend eyaletan li Afganistanê, ku herî zêde bandor li deverên bakurê Baglanê kirîye.

Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê roja Şemiyê ji Agence France-Presse re got ku zêdetirî 200 kes tenê li parêzgeha Baghlanê mirine, ku bi hezaran xanî wêran bûne yan jî zarar dîtine.

Berdevkê Hikûmetê Zebîhullah Mucahîd roja şemiyê got, "Di van lehiyan de bi sedan welatiyên me mirin."

Wî hejmara kuştî û birîndaran diyar nekir, lê wî ji Agence France-Presse re sibeha Şemiyê piştrast kir ku "bi dehan mirî" li çend parêzgehan hatine tomar kirin.

Lehiyên îsal, ku di biharê de jiber baranên dijwar pêk tên, bandor li herêmên din yên wî welatî kir ku ji ber guherîna avhewayê pir xeternak in, li dervera Ghor (rojava) û Bedexşan li (bakurê rojhilat), ku gelek ziyanên darayî yên mezin çêbûne.


Wezareta Berevaniyê jî ragihand ku tîmên hawarçûnê ji bo rizgarkirina kesên birîndar û asê mane hatine şandin.

Wezareta Berevaniyê ferman da gelek sektorên leşkerî ku "bi hemû îmkanên xwe alîkariya qurbaniyên lehiyê bikin."

Serokê Rêveberiya Felaketên Xwezayî li eyaleta Texarê Ehmed Sayar Sacîd got, "Ji bilî ziyanên mirovî, wan lehiyan ziyanên madî yên mezin gihandine mirovan" û diyar kir ku di lehiyê de li eyaletê 20 kes mirin."

Hêza hewayî got jiber ku roja Şemiyê şert û mercên hewayê baş bûn, dest bi operesyonên valakirinê hat kirin, û got zêdetirî 100 kesên birîndar bo nexweşxaneyan hatin veguhestin, bêyî ku navê wîlayetê bi nav bike.

Wê got jî, "Bi ragihandina rewşa awarte li deverên (bi bandor), Wezareta Berevaniya Niştimanî dest bi belavkirina xwarin, derman û alîkariyên yekem li kesên ziyandar kir."

Tomarên vîdyoyî yên ku li ser medyaya civakî hatin weşandin, lehiyên giran nîşan didin ku gelek rê di bin avê de mane, ji bilî laşên ku di kefenan de hatine pêçan, û tomarên operasyonên rizgarkirina zarokan.

Jêder: UN/AFP/X