Akterê Koreya Başûr û Wergirê Oskarê Lee Sun-Kyun Mirî Hate Dîtin

Karbidestên Koreya Başûr roja Çarşemê ragihandin ku lîstekvanê navdar yê fîlmê ‘Parasite’ û wergirê xelata Oskar Lee Sun-Kyun di otombîla xwe de li Seoul mirî hate dîtin.

Li gor desthilatdaran, mirina Sun-Kyun yê 48 salî hat piştî çend hefteyan ji vekolînên polîsan li ser bikaranîna wî ji madeyên hişber re.

Berî nuha agahî derbarî windabûna Sun-Kyun gihiştibû destê polîsan. Polîsan ti hûrgilî derbarî mirina wî nedan, lê guman heye ku wî xwe kuştiye.

Ajansa Yonhap News jî ev yek da pêş ku malbata Lee roja Çarşemê agahî dabû polîsan piştî ku nameyek wek xwekujiyê li paş xwe hiştibû û ji mal derketibû.

Wekî ku diyar dibe ku Lee ketibû bin vekolîn û çavdêriya polîsan ji ber gumana ku ew madeyên hişber bikar tîne, lê wî ev tawan red dikir. Ew diyar kiribû ku ew hatibû xapandin û bêyî zanebûna xwe madeyên hişber standibû û li wan kesan ku dabûn wî gilî kiribû.

Hêjayî gotinê ye ku Lee Sun-Kyun wekî akterê serekî di fîlmê “Parasite” de lîstbû yê xelata baştirn fîlm di Oskara 2020'an de stendibû. Ew fîlmê yekemîn ji Koreya Başûr bû ku vê xelatê werdigire.


Sun-Kyun herwiha rol di fîlm û rêzefilman de jî standibû û bal kişandibû ser behreya wî a hunerî, wek: Rêzefilma drama “Coffee Prince (2007),” , “Behind The White Tower (2007),” “Pasta (2010)” û “My Mister (2018).”

Hevjîna Lee jî lîstekvan Jeon Hye-jin bû û du kurê wan jî hebû. Li gor raportan, rêjeya xwekuştinê li Koreya Başûr di nav kesên navdar de bilind.

Jêder : AP