Serokwezîrê Lubnanê Saad el-Harirî îro Sêşeme got ku artêşa welêt dê li herêmên nêzî sînorê Sûrîyê, ku komên cîhadî jî nav de, bûye qada mîlîtanan, operasyonekê pêk bîne.
Harirî di axaftina xwe ya li parlemanê de got ku operasyona plankirî li herêma Curud Arsal bi başî hatiye amade kirin û hikûmetê serbestî daye artêşê ku gavên pêdivî bavêje.
Herêma Curud Arsal ya çîyayî di navbera Sûrîyê û Lubnanê der cîh digire û gelek grubên tundrê ku li hindurê Sûrîyê şer dikin, li wê herêmê bi cîh bûne ku DAIŞ û Cebhet el Nusra jî di nav wan de ne.
Jêderekî ewlekarî ji Reuters’ê re got ku artêşa Lubnanî ku alîkarî ji Amerîka û Brîtanya werdigire, di 24 demjimerên borî de hebûna xwe li herêmê zêde kiriye.
Heman jêderî da zanîn ku dora 3,000 mîlîtan li wê herêmê hene û du ji sê wan endamên DAIŞ’ê yan Nusra ne.