Lubnan Dibêje Êrîşa Îsraîlê Ya Li Bakurê Beyrûtê 20 Kes Kuştin

Wezareta saxlemîyê ya Lubnanê bi daxuyanîyeke ragihand ku Îsraîlê roja Yekşemê êrîşî avahîyekê li gundê Elmat, li bakurê Beyrûta paytaxt kiriye û di encamê de herî kêm 20 kes, di nav wan de 3 zarok, hatine kuştin.

"Di êrîşa Îsraîla dijmin a li ser Almat li navçeya Cibêl de, 20 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn," wezaretê got.

Medya fermî ya Lubnanê jî ragihand ku Îsraîlê roja Yekşemê êrîş biriye ser malekê li bajarê Baalbek, ku berê hişyarîya valakirinê ya artêşa Îsraîlê nehatibû dayîn.

"Firokeyên dijmin êrîşek birin ser malekê li taxa El-Laqîs" ya bajêr, Ajansa Nûçeyan ya Neteweyî, NNA got.

NNA got, di şev û sibeha Yekşemê de, Îsraîlê jimareke êrîşên esmanî birine ser gund û çend cihên li başûr û rojhilatê welêt.

Li gor jimarên wezareta saxlemîyê, di êrîşên Îsraîlê roja Şemîyê de jî, li rojhilatê Lubnanê 20 û li başûr jî 13 kes hatine kuştin.

Piştî hefteyekê şandina hêzên bejayî, Îsraîlê ji 23’ê Îlonê ve êrîşên xwe yên esmanî dijî bingehên Hîzbullahê li rojhilat û başûrê Lubnanê û li başûrê Beyrûtê zêde kirine.

Hizbullah di 8’ê Cotmeha 2023’an de bi armanca piştvanîya koma çekdar ya Hamasê li Kerta Gazayê, dest bi êrîşên ser Îsraîlê kiribû û Îsraîlê jî bersîv dide.

Wezareta saxlemî ya Lubnanê radigihîne ku ji destpêkirina wan pevguhertina êrîşan, zêdetirî 3,130 kes li Lubnanê hatine kuştin û nêzî 14 hezar jî birîndar bûne, piranîya wan ji 23’ê Îlonê ve ne.

Jêder: AFP