Wezareta Darayî ya Libnanê îro Duşemê ragihand ku danûstandin ligel Sindoqa Dirava Navnetewî (IMF) jinûve destpê kiriye, di hewildanekê de jibo Libnan ji xirabtirîn krîza xwe ya aborî di dîroka nûjen de derkeve.
Wezaretê go ku hikûmet dê jibo çareserîyeke dadmend jibo qerzdaran kar bike, lê ti hûrgilî derbarê danûstandinan neda. Ev daxuyanî hate kirin hefteyekê piştî Kabîneya hiûmeta nû li Libnanê şandeyek binav kir da ku danûstandinan ligel rêxistina navnetewî jinûve destpê bikin.
Danûstandin ligel IMF sala borî hatibûn rawestandin. Di dema wan danûstandinan de, cûdahîyên kûr di nav endamên şanda Libnanî de çê bûbûn, bi taybet di nav hikûmet ji alîyekî ve û banka navnedî û qerzdarên xwecihî ji alîyekî din ve.
Di Adara 2020'an de, Libnanê ragihand ku wê nikarîbû 1.2 milyar dolar li qerzdaran vegerîne. Ew cara yekê bû ku Libnan qerzên xwe nade. Ji dmea ku krîza darayî li Libnanê di Cotmeha 2019'an de destpê kirîye, lîreya Libnanî bêtirî 90% ji nirxê xwe winda kirîye.