Hejmareke Penaberên Kurd li Lubnanê Birîndar Bûne

Lubnanîyên li bajarê Sayda jiber êrîşên Îsraîlî hewil didin ku birevin cîhên ewle

Di encama êrîşên Îsraîlê li ser Lubnanê de, hejmareke penaberên Kurd birîndar bûne, li gor agahîyên Dengê Amerîka.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di heyama 24 seatên borî de 30 penaberên Sûrî di encama şerê navbera Îsraîl û Hizbullah de li Lubnanê hatine kuştin.

Rêvebira Komela Newroz li Lubnanê, Henan Osman, ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku ti kesekî Kurd di nav Sûrîyên kuştî de tuneye, lê zarok jî di nav de, hejmareke Kurd birîndar bûne.

Li gor daneyên Komela Newroz li Lubnanê, nêzîkî 35 hezar penaberên Kurd li wî welatî hene ku piranîya wan ji Efrînê ne. Ew piştî êrîşa Tirkîyê ya sala 2018'an koçberî Lubnanê bûne, hene.

Piranîya penaberên Efrînî li başûrê Lubnanê di warê çandinîyê de kar dikin ku ew dever niha bûye qadeke şer.

Mistefa Reşîd penaberekî Kurd ji Efrînê ye ku niha li devereke başûrê Lubnanê ligel sê malbatên Kurd asê mane. Wî di peyamekê de ji Dengê Amerîka re got ku ew li rêyeke revê digerin.

"Milet bi giştî direve, û em hewil didin ku xwe bighînin Beyrutê," Reşîd got.

Rêvebîrîya Xweser bi rêka nûnertîya xwe li Lubnanê komîteyeke krîzê ji bo şopandina rewşa penaberên Kurd li Lubnanê ragihand.

Nûnerê Rêvebirîya Xweser li Lubnanê Ebdulselam Ehmed ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku Rêvebirî bi hemû karîna xwe hewil dide alîkarîya koçberan bike.

Ehmed da zanîn ku wan hemû penaberên Sûrî berîya 7 rojan hişîyar kirin ku dê şer berfireh bibe, û pêwîst e ji başûrê Lubananê dûr bikevin.

"Erka vê komîteyê alîkarîyê pêşkêşî penaberan bike û hewil dide wan veguhezîne herêma Bakur û Rojihlata Sûrîyê," Ehmed got.

Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê Îro sêşemê jî bi daxuyanîyekê pişgirîya vegera penaberên Sûrî ji Lubnanê kir û got ku ew amade ye ku jibo vegerandina welatîyên Sûrî hemû şêweyên alîkarîyê pêkêşî bike.

Rêveberîyê herwiha bang li hikûmeta Şamê kir ku di vê rewşa aloz li Lubnanê de jibo vegera penaberên Sûrî alîkar be.

Bi bilindbûna asta şer, Kurdên Sûrîyê bi tirs rewşa Lubnanê dişopînin. Raşa Silêman jineke Kurd ji Qamişlo ye ku piranîya malbata wê li Lubnanê kar dike. Ew dibêje ku metirsî ser jîyana malbata wê li Lubnanê heye.

"Em bi şev û roj şerê Lubananê dişopînin, destê me ser dilê me ye," Silêman got.

Êrîşên herî dawî di vê demê de tên ku Îsraîl û Hizbullah pevguhertina bi roketan êrîşî hevdu dikin û Îsraîl jî hêdî hêdî bala xwe dide ser sînorê xwe yê bakur, ku Hizbullah jibo piştgirîya hevbenda xwe Hamasê, roketan diavêje Îsraîlê.

Hêjayî balkişandinê ye ku di nava vî şerî de pirtir ji 1 mîlyon penaberên Sûrî yên li Lubnanê di rewşeke metersîdar de derbaz dibin.