Wezîrê Dervê yê Rûsya Sergei Lavrov piştî gurbûna girjîya li rojhilata Ukrayna dîyar kir ku rêberên wî welatî hewil didin ku Moskowê gêrî nav pevçûnên li Donbassê bikin.
Lavrov da zanîn ku ew di ser ‘’provokasyon’’an re dibînin ku rêberên Ukrayna dixwazin Rûsya li herêma Donbassê şer bike.
Hêzên hikûmeta Ukrayna hefteya borî bi droneke Tirkan çêkiribû êrîş biribû ser serhildayên bi piştgirîya Rûsya û Moskowê, Ukrayna bi xirabkirina îstiqrarê tawanbar kiribû.
Serhildayên bi piştgirîya Rûsya, ji sala 2014’an vir ve li herêma Donbass şer dikin.
Kîev dide zanîn ku di pevçûnên li wê herêmê de heta niha herî kêm 14,000 kes hatine kuştin.