Di Hevdîtina Lavrov û Kuleba de Ser Agirbesta Ukrayna Pêşketin Çênebû

Civîna Wezîrê derve yên Rûsya Sergey Lavrov û Ukrayna Dmytro Kuleba li Tirkîye, Antalya,10 Adar, 2020

Wezîrê derve yên Rûsya û Ukrayna îro Pêncşemê li Tirkîyê hevdîtinek pêk anî, ku ji destpêkirina êrîşa Rûsya ya di 24ê Sibatê de vir ve, pêywendîya asta herî bilind e.

Lê, piştî hevdîtinê di preskonferansên cuda yen hevdem de her du alî jî dîyar kir ku ti pêşketin çênebûye.

Wezîrê derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba ragihand ku wî jibo tevahîya herêmên şer û bo derxistina sivîlan ji bajarê Mariupolê korîdoreke mirovahî, agirbesteke 24 saetan daxwaz kiriye.

Lê, Kuleba da zanîn ku wan ti pêşketin bi dest nexistine; hevtayê wî yê Rûsî Sergey Lavrov ti soz nedayê, tenê gotiye ku wê ser vê mijarê bi karbidestan re biaxivin.

"Min ji wezîr Lavrov re pêşnîyareke hêsan kir: Ez dikarim niha telefonê wezîr, karbidest, serokê xwe yê Ukraynayê bikim û bo korîdorên mirovahî ji sedî 100 garantîya ewlehîyê bidim," Kuleba got.

Kuleba anî ziman ku wî heman pirs ji Lavrov pirsîye, lê wî bersîv nedaye.

Kuleba da zanîn ku Ukrayna amade ye ku careke din bi heman formatê bicive.

"Em ji lêgerîna çareserîyên dîplomatîk yên hevseng re vekirî ne, lê daxwazên Rûsya yên ji Ukrayna wek lîsteya radestbûnê ye."

Kuleba herwiha got ku daxuyanîya Rûsya ya ku Ukrayna hewl dide çekên navokî bi dest bixe ne rast e. Wî ji Rûsya daxwaz kir ku hêzên xwe ji navendên navokî vekişîne.

Wezîrê derve yên Rûsya Sergey Lavrov di preskonferansa xwe ya cuda de ragihand ku di civînê de li ser agirbestê ti nîqaş nehatiye kirin.

Lavrov dîyar kir ku gotûbêjên li Tirkîyê nikarin bo rêya dîplomatîk ya rastîn û serekî, bibin alternatîf û danûstandinên li Belarûsê destnîşan kir.

Lavrov ti nîşana dayîna tawîzan nîşan neda û daxwazên Rûsyayê dubare kir ku Ukrayna divê were bêçek kirin û statuya xwê ya bêalî ragihîne.

Wî di derbarê bombebarankirina nexweşxaneya li Mariupolê got ku avahî êdî wek nexweşxane nayê xebitandin ew ji alîyê hêzên Ukraynayê ve hatiye dagîr kirin. Lê, Kremlînê ragihandibû ku ser bûyerê lêpirsîn tê kirin.

"Berî sê rojan di civîna Konseya Ewlekarîyê ya NY de, şandeya me rastî pêşkêş kir ku ev nexweşxane demeke dirêj e ku ji alîyê tabura Azov û radîkalên din ve hatiye girtin."

Lavrov her wiha eşkere kir ku ew bawer nake ku krîz veguhere şerekî navokî, lê wî hişyarî da Amerîka û Ewrupa ku Moskow careke din naxwaze pabendî Rojava be.

"Emê her tiştî bikin ku em careke din li wan qadên jîyana xwe yên ku jibo gelê me xwedî wateyeke girîng in, xwe pabendî Rojava nekin," Lavrov got.

Lavrov îhtîmala hevditina Putin û Zelenskyy jî red nekir.

"Me îhtîmala hevdîtina Putin û Zelenskyy, bi Kuleba re gotûbêj kir. Serok Putin ti carî têkilîyê red nake," Lavrov got.

Wezîrê derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu jî beşdarî hevdîtina Kuleba û Lavrov bû.