Lavrov: Dibe ku Em bo Sivîlên Îdlibê Korîdoreke Mirovahî Vekin

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov dîyar kir ku ger hewce be ewê bombebarankirina enîyên çekdarên li Îdlibê bidomînin.

Lavrov da zanîn ku bo sivîlên ji Îdlibê derkevin, dibe ku ew korîdora mirovî jî vekin.

‘’Em dê bi baldarî vê mijarê bişopînin û korîdorên mirovî vekin. Em dê bi hêzên herêmî re li hev bikin û bo gelê sivîl êşê nekişîne, çi pêwîst be, emê bikin,’’ Lavrov got.

Wezîrê Rûs dîyar kir ku artêşa Sûrîyê û hêzên Rûsya bo niha tenê bersîva êrîşên serhildayan didin.

Artêşa Sûrîyê jibo ku Îdlibê ji destê serhildayan bistîne, li dora herêmê hêzên nû bi cîh dike.