Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov ragihand ku Amerîka û hevbendên wê dixwazin ku Moskow têk biçe.
Lavrov ji medya dewletê ya Rûsyayê re got ku Amerîka, hevbendên wê û Ukrayna dixwazin ku Moskowê li qada cengê tune bikin.
‘’Hevkarîya welatên Rojavayî û kiryarên Zelenskyy yên di bin kontrola wan de rewşa krîza Ukraynayî piştrast dikin’’ Lavrov got.
Wî dîyar kir ku êdî jibo ti kesî ne sir e ku Amerîka û hevbendên NATO dixwazin ku Moskowê qels bikin û bo tunekirina wê, wê têk bibin.
Şerê Rûsya û Ukrayna di dawîya Sibatê de destpê kir.
Amerîka û hevbendên wê yên Ewrupî di şerê Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne û alîkarîya çek û diravan didin Ukrayna.