Lavrov Dibêje Axaftina bi Blinken re Erênî Bû

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov îro Înê ragihand ku ew û hevtayê xwe yê Amerîkî re Antony Blinken li civîna G20 bi awayekî avaker axifîne.

Lavrov dîyar kir ku tevî ku axaftin erênî bûye jî wî ji alîyê Amerîkî tiştekî nû nebihîstiye.

Wî, di hevpeyvînekê de, ku li ser kanala dewletê ya Rûsya hat weşandin de got ku her du alî 10 deqîqe axifîn.

Li gor ragihandina Lavrov, ew ser çekên navokî û şerê li Ukrayna peyivîne.

Lavrov û Blinken ji şerê Rûsya û Ukrayna vir ve, ku di Sibata 2022’yan destpê kir, cara yekê rûbirû axifîn.

‘’Em bi awayekî aveker axifîn, bê hest, me dest dan hevdu. Tiştên ku min bihîstin berî niha gelek caran ji bîragiştî re hatine ragihandin," Lavrov got.

Wî dîyar kir ku ew ser Peymana New START axifine û wî bi hûrgilî gotiye ku wan çima hewce dîtiye ku ew peyman were sekinandin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin meha borî ew peyman rawestandibû, bi sedema ku Amerîka hewil dide li Ukrayna şikestineke stratejîk bide Moskowê .

Moskow îro Înê got ku ew bi Washingtonê re ser peymanê danûstandinê dike, lê îhtîmal kêm e ku ew vegere peymanê.

Jêder: Reuters