Lavrov û Çavuşoglu li Moskowê Civîn, Îdlib Gotûbêj Kirin

Lavrov û Çavuşoglu (Arşîv)

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û hevtayê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu li Moskowê civînek pêk anî.

Her du wezîr, di preskonferansa hevbeş de ser gavên dê li Îdlibê werin avêtin daxuyanî dan.

Lavrov dîyar kir kir Îdlib jî yek ji herêmên aram e û got ku ‘’ti kesî ew herêma aram bo ku Cephetul Nusra tê de bi cîh bibe, çênekiriye’’

“Li Îdlibê hin komên serhilda ji Îdlibê tên û dijî bingehên Rûs êrîş pêk tînin. Dîsa, bi deh hezaran çekdarên Hayat Tahrîr El Şam û El Nusra hene û em bi Tirkîyê re ser gelek mijarên Îdlibê danûstandinan dikin. “

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu jî dîyar kir ku li Îdlibê zêdetirê 3,000,000 sîvîl dijîn û çareserîya leşkerî wê alozî li herêmê çêke.

“Em dixwazin girêdayî peyvajoya Astana bimînin. Jibo ku Îdlib wek herêmeke aram bimîne emê hemî hewildanan bikin.”

Çavuşoglu dîyar kir ku çareserîya leşkerî ya bo Îdlibê ne tenê bo Îdlibê, lê seba hemî Sûrîyê girjîyeke mezin be.