Sînorên ku Peymana Lozanê li ser erdê Kurdan rakêşan ew qas jibo gelên din pîroz bûne ku jibo parastina wan xwîna dehan hezaran li ser hatiye rijandin. Bi qasî ku Kurd nefretê li roja rakêşana wan sînoran dikin, neteweyên din wan pîroz dinirxînin.
Ew sînorên berî sed salan bi Peymana Lozanê dewletên neteweyî afirandin (Tirkiya nû, Îraqa jêr wîsayeta Brîtanya û Sûriya jêr wîsayeta Fransa) wisa cih girtine ku bi awayekî bawerîyek giştî jî bi xwe re afirand ku destlêdana wan sînoran dê sergêjî be, ne tenê ji gelên wê herêmê re, lê belê ji tevahiya cîhanê re.
Vê bawerîya ku li cem hêzên cîhanî jî cih girtiye, ne tenê Kurd dabeş û bêhêz kirine, lê belê ji tirsa jinavçûnê, tevgerên siyasî û çekdarî yên Kurdan hêvî û armancên xwe di dewletên neteweyî de sînordar kirine. Sînordarkirina hêvî û armancan jî aqilê Kurdî dabeşkir heta radeyekê ku îro û di serdemêaserbestbûna peywendiyên kû bêyî destûr û vîzan, sînoran derbaz dikin, Kurdan tevgereke yekgirtî nîne jibo cîbicîkirina armanca xew ya mezin.
Pêşgotinek Dîrokê
Ligel dawîhatina Şerê Cîhanê yê Yekem û jibo ku dadmendî cihbigir e, serokê wê demê yê Amerîka Woodrow Wilson di sala 1918’an de 14 xalên xwe ragihandin. Armanca wî ew bû ku ew xal di peymanên aştiyê de werin berçavkirin. Naveroka wan ew bû ku netewyên erdê wan dagîrkirî, bi taybet di Împaratoriya Osmaniyan de, mafê dîyarkirina çarenivîsa xwe hebin.
Peymana Lozanê jî peymana herî dawî ya derencamê Şerê Cîhanê yê Yekem di navbera Hevalbendên serketî yên şerî û nûnerên Tirkîya nû de, di 24’ê Tîrmeha 1923’an de li bajarê Lozanê Swîsreyê hat îmzekirin.
Nûnerên Tirkiyê, mîratxura Împaratoriya Osmanî, bi mercên Hevalbenan (Brîtanya, Fransa, Îtalya û hevpeymanên wan) qayil bû ku êdî dev ji xwedîderketina erdê Ereban (wîlayetên di sînorê Împaratoria Osmanî ya helweşyayî de bûn) berde hemberî naskirina sînorên dewleta nûjen ay Tirkiyê.
Bi îmzakirina Peymana Lozanê, Hevalbendan dev ji sozên xwe yên bo gelê Kurd dabûn jibo mafê çarenivîs û otonomiyê ku di Peymana Sîverê de li 10’ê Tebaxa 1920’an li bajarê Sèvres yê Fransayê, berdan. Encama wê jî ciyografî û ciyopolitîka serdemê paş Şerê Cîhanê yê Yekem cihê xwe girt. Ji wê demîê ve çendîn serhildan û şoreşên Kurdan jibo hilanîn yan guhertin wan sînoran serneketin.
Sînorên bi Zorê û Jibo Zordariyê Ne Pîroz in
Li bîreweriya sedsalîya Lozanê, siyasetvan û çalakvanên Kurd li bajarê Lausanne digihêjin hev jibo ku ji cîhamê bibêjin êdî bila ew zulma li ser Kurdan bi dawî bibe. Ew bawer dikin Peymana Lozanê ne tenê erdê Kurdan dabeş kir, lê zimanê wan, aboriyê wan, civaka wan, hişmendî û nêrîna wan ji paşerojê re parçe kir.
Zubeyîr Aydar, endamê Konseya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û endamê Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê û Osman Bidemîr, serokê berê yê Şaredariya Amedê û endamê berê yê parlemana Tirkiyê dibêjin, ew sînor qet ne pîroz in.
Ew daxwazê ji Kurdan dikin berî her tiştî divê Kurd baweriya ku sînorên welatên dagîrker pîroz in “ji mejiyê xwe, ji dilê xwe, ji jiyana xwe, fikr û ramana xwe bavêjin. Ew dê destpêka nû be jibo nêrîna stratijîka yekgirtî ya paşerojê. Çimkî pirsa Kurdan ne tenê pirsa sînoran e, lê belê pirsa hebûn û tunebûna me ye.”
Bi dirêjahiya dîrokê û di sedsaliya borî de, sînorên welatan hatine guhertin. Yan bi yekcarî hatine hilanîn yan jî welat parçe bûne. Lê sînorên Peymana Lozanê xêçkirin bi gotina Aydar “bi têl û mayînan, bi tank û top û eskeran hatine parastin û herî bêtir xwîn li ser hatiye rijandin, ji Kurdan re bûne sînorên mirinê.”
Lê rûdanên dîroka nû Rojhilata Navîn nîşan in ku ew sînor ne tenê ji Kurdan re derdeserî ne, lê bûne sedema paşketina gelên din jî.
Baydemîr dibêje, “jiber kû rejîmên wan welatan bi şer, kuştin û tûndiyê bersiva xwesteka Kurdan daye, gelên wan tenahî nedîtiye û civak, aborî û demokrasiya wan jî paşde mane.”
Sinûr Aram Bin, Bê Wata Dibin
Dr. Seît Keskîn çalakvanê siyasî li Londonê û endamê Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê ye. Ew bawer dike ku hîn dewleta Tirkiyê heman nêrîna serdema piştî Peymanan Lozanê li hember Kurdan heye.
“Kemalîstan bîrokeke nîjadperestî pêkanî bi navê: yek ziman, yek dewlet, yek al û yek netew di hemû astên jîyanê de û bi hêza leşker hemû kes tepeser kirin. Her ji ber wê, wan karîbû agirê dehan berxwedan û serhildanên Kurdan li salên paş peymanê bi hêza çekdarî û car caran jî bi alîkarîya hêzên herêmî, car caran jî hêzên mezin yên cîhanî, vemirandin,” Keskîn ji Dengê Amerîka re got.
Pispor dibêjin ti hêz nikare ji Kurdan re şertên berî Peymana Lozanê vegerîne. Lê eger yek berheviyekê di navbera rewşa wê serdemê û ya îro roj li Rojhilata Navîn de bike, dê hin tiştên wekhev bibîne.
Wek mînak, nakokiyên navbera gelên herêmê, lawaziya sîstemên siyasî û ewlekariya çend welatan û ya herî girîng hebûna hêzên hêzdar yên cîhanê di wê herêmê de jibo ragirtina aramiyê û parastina berjewendiyên xwe.
Bi wê nîşanê eger hêzên hevalbenya nêvneteweyî neban, reng e Kurd rastî artêşên mezinên, bi gotina Osman Baydemîr, wan dijiminên xwe bin ku berjewendiyên wan li ser dijatiya Kurdan hatine avakirin. Jiber vê ew du rêkan jibo çareseriya doza Kurdan pêşniyar dike: yan şirîkatiya dewletê bi hikumetên navendî re (mînak Kurdên Îraqê) yan jî bibin desthilatdarên xaka xwe.
Her çendî xebat jibo van armancan serketî bin yan na, çi nîşanên pêşçav nînin kû pêşhatên vî serdemê dê edetê welatan, çi yên herêmî yan cîhanî, biguerin heta tirsa wan li ser sinûran vereve yan jî hinekê ji pîrozahiya wan kêm bike. Baydemîr guherînê di nêrîna cîhana Rojava û Amerîka bi taybetî de li hemberî Kurdan dibîne.
Evca pêşniyazên pêşxistin û çareseriya doza Kûrdan çend bin yan çawa bin renge beşdarên konfiransê bîreweriya sedsaliya Lozanê li hev bikin, cimkî ne hemû alîyên siyasî û herêmî yên Kurdistanê ku bi rêkxeran re cudahiyên mezin hene, têde beşdar in, lê divê beşdar û ne beşdar li ser yek nêrînê hevbîr bin û karî jêre bikin. Ew jî eve di qonaxa paş sed salên Lozanê de, ji Kurdan tê xwestin hêzên cîhanê piştrast bikin ku berjewendiyên wan dûberîn in, anko ne dij hevin. Tevgerek di vê arasteyê de pêtivî bi nêrînek sitratîjîka heye.
Dr. Saît Keskîn dibêje, heta astekê lihevkirin di nav gel de pirsgirêkeke mezin nîne. Lê pirs di alîyê hêzên sîyasî de maye. Baydemîr daxwaza yekgirtina Kûrdan dike da kû dîroka berî sed salan bi ser wand dubare nebe û Aydin hêvî dike Kurd ji bo hemû Kurd û Kûrdistanê bi fikirin ne jibo parçeyekî û sînoran ji serê xwe derxin.