Agahîyên Dawî Derbarê Lîstikên Euro 2024

Dîmenek ji maça Îspanya bi Îtalyayê re. 20'ê Hezîrana 2024.

Lîstika herî çaverêkirî ya Kupaya Ewrupa (Euro 2024) roja Pêncşemê di navbera Îspanya û Îtalyayê de bi serkeftina ya pêşî bidawî hat.

Bi encama 1-0, Îspanya piranîya dema maçê serdest bû û gelek derfet ji dest dan. Bi vê serkeftina li pêş 49 temaşevanan li stadyuma AufSchalke li bajarê Gelsenkirchen yê Almanyayê, Îspanya gihişt xala şeşan di serê grûpa B de.

Di herdu lîstikên grûpa C de, her çar tîman xal di navbera xwe de dabeş kirin. Maça Slovenya û Serbistanê 1-1 bidawî bû û wiha jî ya Denmarka û Îngiltereyê. Bi van encaman, Îngiltere di serê komê de bi 4 xalan cih digire. Li pey wê, Denmarka û Slovenya bi du xalan tên. Serbistanê jî di rêza dawî de bi yek xalê cih digire.

Îro Înê jî maçeke girîng di navbera Holanda û Fransa de pêk tê. Herdu tîmên mezin di maçên xwe yên destpêkê de biser ketine û çavê wan lê ye ku bi vê lîstika îro serkêşîya grûpa D bikin. Di lîstika din ya heman grûpê de Polonya bi Auwstryayê re dilîze.

Berî herdu maçan, Slovakya tê pêş Ukrayna. Ev lîstik jî beşek e ji grûpa E ye ku sibe tîmên din yên Belcîka û Romanya tên pêş hev.