Xwepêşandêr li Chicago Bo Şermezarkirina Kuştina Xortekî Reş Derketin Kolanan

Piştî ku hember polîsekî spî, ku sala borî xortekî reş kuştibû, dozek bi sedema kuştinkarî hate vekirin û dîmena wê kuştinkarîyê ji alîyê polîsan ve hate belav kirin, bi sedan kes li bajarê Chicago herikîn kolan ku nerazîbûna xwe dîyar bikin.

Tevî ku xwepêşanderan carna otobana naveyaletî ji trafêkê re bigirin jî, piranîya xwenîşandanan bi awayekî giştî aştîyane derbaz bûn.

Dema hin polîsan çend xwepêşanderan desteser dikirin, hin pevçûn derketin, û xwenîşandêr hewil dan ku otomobîlên polîsan ku xwenîşandêran dibir, asteng bikin.

Xwepêşanderan pir caran diruşmên “16 gule” qerîyan û kuştina xortê reş Laquan McDonald do 17ê Cotmeha 2014an de, bi 16 guleyên polîsekî bi navê Jason Van Dyke şermezar kirin.

Di vîdyoya polîsan de xuya dibû ku Van Dyke di nav 30 sanîyan de 16 gule dibarîne ser Laquan McDonald yê bê sîlah.

Hêjayî balkişandinê ye, di salên dawî de tundîya nîjadî li Amerîka zêde bûye û Amerîkîyên reş gazincên xwe bilind dikin ku ew ji alîyê polîsên spî ve têne armanc kirin.