Lammy û Vance Ser Sekinandina Şerê li Ukrayna Peyivîn

Wezîrê Derve yê Brîtanya David Lammy îro Înê bi Cîgirê Serokê Amerîka JD Vance ser danûstandinên jibo sekinandina şerê li Ukrayna peyivî.

Lammy got ku wî û Jance li hev kiriye ku divê Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jî parçeyek ji danûstandinên ser aştîyê be.

‘’Danûstandina me ya ser Ukrayna wêrekîyeke xurt da me. Em hemî dixwazin dawî li vî şerê xirab were.’’

Wî dîyar kir ku di danûstandinan de lihevkirin çêbûye ku Zelenskyy û Ukraynî di hevdîtinan de cîh bigirin.

Serokê Amerîka Donald Trump do Çarşemê bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin re bi rêka telefonê axifî û ragihand ku ew jibo sekinandina şerê li Ukrayna dest bi danûstandinan dikin.

Lammy ser danûstandinên Trump got ku ew danûstandinên destpêkê ne û dîyar kir ku ew niha ji aştîyeke li dû hevdîtinan dûr in.

Jêder: Reuters