Wezîrê Derve yê Brîtanya Dibêje Putin Gefxwarinên Vala Dide

Wezîrê Derve yê Brîtanya David Lammy

Wezîrê Derve yê Brîtanya David Lammy roja Yekşemê Serokê Rûsya Vladimir Putin bi "gefxwarina vala" tawanbar kir, jiber hişyarîya wî ya ku wê di navbera NATO û Moskoyê de şer derkeve, ger destûr were dayîn ku Ukrayna çekên dûravêj jibo lêdana Rûsyayê bikar bîne.

"Ez bawer dikim ku Putin rewşê tevlîhev dike. (Di daxuyanîyên wî de) gelek gefên vala hene. Ev şêwazê wî ye. Ew li ser tankan, ew li ser mûşekan, ew li ser çekên navokî gefan dixwe," Lammy ji BBC re got.

Putin hişyarî dabû ku çiraya kesk ya jibo karanîna çekên dûravêj wê were wateya ku welatên NATO, yên Ewropî û Amerîka, bi Rûsyayê re di şer de ne".

"Ger wisa be, wê demê bi berçavgirtina guherîna şêwazê pevçûnê, emê jî biryarên guncaw bistînin, li gor gefên ku emê rûbirû bimînin," Putin gotibû.

Serokê Rûsî demek dirêj e hişyarîyê dide welatên Rojava ku ew provokasyona şerekî navokî dikin, bi piştgiriya ji Ukraynayê re.

"Em nikarin ji hêla faşîstekî emperyalîst ji rêgeha xwe derkevin, yê ku dixwaze li gor kêfa xwe bikeve welatan. Heke em bihêlin ew li Ukrayna serkeve, ji min bawer bikin, ewê li wir nesekine," Lammy got.

Alozîyên di navbera Rûsya û Rojava de, ser şerê li Ukrayna vê hefteyê tundtir bûn; dema ku dema ku Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer li Qesra Spî civyan da ku nîqaş bikin ka gelo ewê rêgezên jibo karanîna çekên ku Rojava Kîevê sivik bikin yan na.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy bi mehan e ji Rojava destûrê dixwaze, ku mûşekên Storm Shadow yên Brîtanî û mûşekên ATACMS yên Amerîkî bikar bîne da ku li armancên li hundirê Rûsyayê bixe.

Biden û Starmer di civîna xwe ya roja Înê de biryarek li ser vê destûrê paşde xistin.

Lammy got ku danûstandinên di navbera Starmer, Biden û Zelenskyy de, li ser karanîna mûşekan wê di civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de li New Yorkê di dawîya vê mehê de berdewam bikin.

Jêder: AFP