Kîev: Dewletên YE'ê Wê 30,000 Leşkerên Me Perwerde Bikin

Wezareta Berevanî ya Ukrayna îro Sêşemê ragihand ku dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) plan dikin ku îsal 30,000 leşkerên Ukraynî perwerde bikin.

Li gor ragihandina wezaretê ew perwerde wê ji alîyê Mîsyona Alîkarîya Leşkerî ya jibo Ukrayna ya YE’ê wê çêbe.

Bi wê planê, YE wê hêzên berevanîya axa Ukrayna jî perwerde bikin.

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen got herwiha ragihand kuYE jibo Ukrayna paketeke nû ya alîkarî ya 50 mîlyar Euroyî pêşkêş bike.

Von der Leyen got ku piştî wan çav li budçeya xwe xistiye û nirxandin kirine biryara paketa nû ya alîkarîyê daye.

Berpirsa Ewrupî dîyar kir ku bi vê alîkarîya nû bawerî û hevkarîya navbera YE û Ukrayna wê hîn xurttir be.

Jêder: VOA, AFP