Di 30’ê meha yek, rêbendanê de li Washingtonê dozek li hember Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî, Serokê berê yê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî û jimareke kesên din yên payebilind re hatibû vekirin.
Kêmtirî 10 roj mane ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersîva gilîyên ku li Dadgeha Federalî ya Amerîka li Washingtonê bide ku li dijî Mesrûr Barzanî û jimareke kesên din re hatine vekirin, bide.
Dadgeha Federalî ya Washingtonê di 15’ê Sibata 2024’an de bi fermî ji nûnertîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê re ragihand ku divê di nava 21 rojan de bersîvê bide dozên dosyaya jimare 1:24-cv-00278.
Dengê Amerîka hemû dosyayên dozê û biryara dadgehê ya ku ji alîyê dadgehê ve hatî weşandin, bi dest xistine.
Doza gilîkirinê ji alîyê 3 alîyan ve: Sindoqa Qurbanîyên Kurdistanê, Mekî Revend û 1-5000 kesên ku nasnameyên xwe eşkere nekirine (KURDISTAN VICTIMS FUND, Maki Ravand, JOHN DOES 1-5000) hatiye vekirin.
Hêjayî balkişandinê ye ku John Doe têgeheke Amerîkî ye ku jibo kesên ku nasnameya wan nayê zanîn yan jî jibo kesên ku naxwazin nasnameya xwe navê eşkere bikin tê xebitandin. Di vê dozê de wateya JOHN DOES 1-5000 ew e ku çi yek kes be, çi 5000 kes be di vê dozê de cîh digirin, lê ew naxwazin navên xwe eşkere bikin.
Her sê alîyan bi rêya du parêzeran bi navê Paul Mickelsen doz li Washingtonê vekiribûn. Mickelsen xwedîyê pirtir ji 17 sal tecrube ye û wî pirtir ji 2500 doz li dadgehan vekirine û wek yek ji parêzerên herî baş yên Virginia tê zanîn.
Di dozê de James R. Tate parêzerê duyê ye û tê gotin ku ew jî xwedîyê tecrubeya zêdetirî 40 salan e û wek parêzerekî gelek serketî tê zanîn.
Her du parêzer di çarçoveya Qanûna Parastina Qurbanîyên Êşkenceyê ya Amerîkî (US Torture Victims Protection Act) 9 mîlyar dolar cezayên diravî jibo wan kesan dixwazin ku bi tevlêbûna kiryarên êşkencekirinê hatine tawanbar kirin û herwiha heta sê caran ji wê hejmarê dolar tazmînat jibo qurbanîyên êşkenceyê daxwaz dikin.
Parêzer jibo qurbanîyan di çarçoveya qanûna dijterorê ya Amerîka de herwiha 9 mîlyar dolar tazmînatên din ji dadgehê daxwaz dikin û dîsa daxwaz ji dadgehê dikin kesên tawanbar hemî mesref û lêçûnên dozê bidin.
Dengê Amerîka çend rojan hewil da ku bi rêya ofîsa hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê, helwesta Hikûmeta herêma Kurdistanê ua li ser vê pirsê hîn bibe, lê ofîsê heta dema nivîsîna vê nûçeyê ti bersîv neda.
Di dosyaya dozê de ku ji 332 rûpelan pêk tê, îdiayên mîna berpirsîya komkujîya Êzîdî û Şîayan ji alîyê DAIŞ'ê ve, alîkarîkirina rêxistinên terorîst, kuştin û êşkencekirina mirovan, di nav wan de Amerîkîyan, revandin û hindakirina mirovan, ferzkirina cezayên giran yên nemirovane û neqanûnî û şûştina diravan û sextekarîyê jibo nedayîna bacên (vergî, dariba) ji hikûmeta Amerîka re, îsrafkirina pere û alîkarîyên Amerîkî yên jibo Herêma Kurdistana Îraqê, bazirganîya madeyên hişbir, bazirganîya çekan, kiryarên sextekirîyê, bazirganîya madeyên hişbir û alkol û ji serlêdanên koçberî û wergirtina Karta Kesk (Green Card) de xapandin û dayîna agahîyên şaş û herwiha givaştinên ser azadîya ragihandin û medyayê, kuştin, êşkencekirin, girtin, tacîzkirina rojnamevanan û şikandina alavên rojnamevanîyê hwd. cîh digirin.
Di dozê de tê gotin ku Mesrûr Barzanî xwedîyê Karta Kesk (mayîne destûrdayî) ya Amerîkî ye, anku mafê wî yê rûniştina timdemî li Amerîka heye, loma tevî ku ew ne hemwelatîyê Amerîka be jî ew pêbendê qanûnên Amerîka ye û ew jî bûye faktorek ku dadgeha federal vê dozê bipejirîne.
Li gor qanûnên Welatên Yekbûyî yên Amerîka ger xwedîyê Karta Kesk were mehkûm kirin, karta wî û û destûra mayîn û jîyîna wî ya li Amerîka jî dikarin werin betal kirin, lê ew hemî girêdayî sûc û biryara dadgehê ne.
Di dozê de yek ji tawanên dijî tometbaran ew e ku ligel hin kesên din, karmendekî îstixbarata Amerîka ku bi fermî li ser Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê dişixulî, revandine, piştre bi awayekî hovane bi lêdanê ew kuştine û termê wî avêtine Deşta Barzanê. Di nava dosyeya dozê de wêneyeke meytê mirovekî li nava daristanê heye ku kesên ku doz vekirina dibêjin ew termê hemwelatîyê Amerîkî ye.
Di îdiayeke din de jî tê gotin li gundekî Kurdistanê yê bin parastina Mesrûr Barzanî û kesekî din de bi awayên neqanûnî girêdayî alkola bi cureya whisky ya markaya navdar, Jack Daniel sextekarî tê kirin.
Dîsa, dermanên sexte jî di bin navên markayên Amerîkî de têne çêkirin û li bazaran têne firotin. Kesên ku doz vekirine îdia dikin ku berpirsên payebilind yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê her meh herî kêm 20 mîlyon dolar pere ji wan dermanên sexte qezenc dikin. Bi heman awayî, ew cixareyên sexte di bin navên markayên Amerîkî de difroşin.
Dîsa, hêjayî balkişandinê ye ku li gor qanûnên Welatên Yekbûyîyên Amerîka, mafê nav û bi karanîna markayên bazirganî parastî ne û kesên ku sextekarîya wan bikin wê di çarçoveya qanûnê de dikarin werin ceza kirin.
Kesên ku doz vekirine herwiha îdia dikin ku alîkarîyên hikûmeta Amerîka yên wek çek, trombîlên zirxîn, xwarin, alavên bijîşkî û alîkarîya darayî ya jibo hêzên Pêşmerge, ku bi rêka gelek programan curbicur digihejin Herêma Kurdistanê ji alîyê Barzanîyan ve hatine sitandin û hin karbidestên leşkerî, dîplomatk û îstixbaratê yên Amerîkî jî rêxweşkirî û li wan kiryarana kirine û çavên xwe li wan karan girtine.
Di rûpeleke din yê îdianamayê de tê gotin ku belge hene ku nîşan didin ku jinek ji malbata Barzanî xwedîyê 26 kompanî, 14 otel, 6 kargeh, 286 kafeterya, 540 apartman, 48 xwaringeh, 8 navend, du projeyên turîzmê, nexweşxaneyek û bankekê ye.
Di dozê de navên herî kêm 50 kes hene ku gelek ji wan endamên malbata Barzanî ne û yên din jî ew kes in ku ji nêzve bi wan re dixebitin.
Hêjayî gotinê ye ku Mesrûr Barzanî roja Yekşemê ya 25'ê Sîbatê hat Washingtonê û îro bi Wezîrê Derve yê Amerîkî Anthony Blinken re hevdîtinek pêk anî. Li gor ragihandina nûnertîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi karbidestên Amerîkî, endamên Kongresê û kesên din yên peywendîdar re hevdîtinên girîng pêk bîne. Lê, hîn nayê zanîn ku ewê di dema serdana xwe ya Washingtonê de ji bersîva pirsên dadgehê bide yan ne.