Piştî kuştina rêberê Hamasê Îsmaîl Hanîyeh li Tehranê, bertekên cuda di nava Sûrîyan de derdikevin.
Wezareta derve ya hikûmeta Sûrî, kuştina Hanîyeh bi daxuyanîyekê şermezar kir û ew weke destdirêjîya li ser serwerîya Îranî bi nav kir.
Tevî ku Îsraîlê ser nûçeyên derbarê kuştina Hanîyeh de hîn ti şirove nekiriye û negirtiye ser xwe, daxuyanîya Sûrî Tel Aviv bi bûyerê tawanbar kir û wiha got.
"Berdewamîya binpêkirina rejîma Îsraîlê ji qanûnên navnetewî û pabendnebûna wê bi biryarên Civata Ewlekarîyê, herwiha bangewazîyên piranîya welatên cîhanê jibo rawestandina komkujîyên xwe, pêkan e ku bibe sedema pêketina tevahîya herêmê".
Bûyera kuştina Hanîyeh bûye cîhê nîqaşê di nava çalakvanên Sûrî de ku li ser torên civakî şîroveyên cuda hatine weşandin.
Nivîskar û Derhênerê Sûrî Îmad Necar li ser bûyerê wiha nivîsî, "Eger ew (Hanîyeh) qehremanek bûya, diviyabû li qada şer bimira, lê ew li Îranê hat kuştin. Ew endamê rêxsitina Îxwan El-Muslîmîn bû ku bi mejîyê bi mîlyonan gelê Sûrîyê lîst û ew xistin nava şerekî mezhebî ya dijî rejîma Sûrî, bi hinceta ku rejîm ajanê Îranê ye, lê ew bixwe li Îranê tê kuştin".
Herwiha rojnamevana Kurd Lamar Erkendî jî helwestên rêberên rêxistina Hamasê yên piştgirîya Tirkîyê di dagirkirina herêmên Kurdî de dabûn bi bîr xistin û got ku "Tirkîye û Îran di bazarên xwe yên sîyasî de wê serê Hanîyeh û Meşel (rêberekî din yê Hamasê) bifroşin Tel Avivê".
Ji alîyê xwe ve nivîskar û rojnamevan Xorşîd Delî li ser bûyerê got ku rewşa Rojhilata Navîn ji pevçûnên kontrolkirî derbazî êrîşên vekirî bûye û êdî gotin ya teknolojîya herî pêşketî ye, ne ya slogan û îdyolojîyan e.
Delî herwiha îdîa kir ku "Hanîyeh ji alîyê Îsraîlê ve dihat şopandin. Biryar bû ku ev sûîqest di serdana wî ya Tirkîyê de bihata kirin, lê li Îranê pêk hat. Ew, jibo lihevhatinekê ku şerekî giştî çênebe, kirin qurbanî. "
Rojnamevana Sûrî Hedîl Oweys jî bûyera kuştina Hanîyeh bi her du êrîşên berê yên Îsraîlê li Yemen û Libnanê ve girêda.
Wê got ku "Bi kuştina serekên terora bi Îranê ve grêdayî, Îsraîl heyfa gelên Sûrîyê, Libnan, Yemen û Îraqê vedide, gelên ku herî zêde ji terora Îranê bandor bûne".
Hêjayî bîrxistinê ye ku balafirên şer yên Îsraîlî deh roj berê Bendera Hudeyda ya Yemenê bombebaran kiribû, ku di destê Hûsîyan de ye. Herwiha Îsraîlê şeva borî li Beyrutê fermandarê leşkerî yê Hizbullahê Fuad Şukir kiribû armanc.
Your browser doesn’t support HTML5