Îro Duşemê 12 Tebaxê girjî û pevçûn navbera Sûrîya Demoqratîk (HSD) û rejîma Sûrî û mîlîşayên Îranê berdewam dike.
Li Qamişlo îro şandeke Rûsî ji firîngeha Qamişlo ber bi Hesekê ve çû, ligel karbidestên rejîmê alozîya bi HSD nîqaş kir, lê encam heya niha ne dîyar e.
Wekî din, şeva borî hêzên HSD û hêzên ewlekarîya hindurîn bi hejmarekw mezin nava bajêr û derdora çargoşeya ewlekarî ya rejîmê û firîngeha Qamişlo hatin cî kirin. Ew yek di vê demê de hat ku agahîyên ser amadekarîya rejîmê ya ser êrîşeke mezin ji hêzên li firîngehê hat.
Li Hesekê jî hîn HSD û hêzên ewlekarîya hindurîn çargoşeya ewlekarî ya rejîmê dorpêçkiriye.
Your browser doesn’t support HTML5
Li Dêrezorê ji şeva borî şer navbera HSD û rejîmê berdewam dike, hêzên rejîmê û mîlîşayên Îranê gundewarên rojhilata Dêrezorê bi giranî topbaran kirin. Di encamê de 13 sivîl li bajarokê Ebû Hemamê hatin kuştin, 26 jî birîndar bûn û herwiha 2 şervanên HSD canên xwe ji dest dan.
Li gor agahîyên pêbawer HSD ev cara yekê ye çemê Firatê derbaz kir û bersîva êrîşên rejîmê da.
Li gor heman agahîyan ku 3 gundên li rojavayê çemê Firatê ji alîyê HSD ve hatin kontrol kirin û 15 çekdarên mîlîşeyên Îranê û rejîmê wek dîl hatin girtin.