Hikûmeta Tirkîyê Îdiayên DEM Partî yên Hîle û Binpekirinan Red Dike

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç pişti ku deng da ji rojnamevanan re ragihand ku li ser hilbijartinên Tirkîyê ti şik û guman tuneye.

"Hilbijartinên li Tirkîyê her tim şefaf in û ji cîhanê re mînak in. Ti fikara şefafî û ewlekarîya hilbijartinê li Tirkiyeyê nîne. Di bin çavdêrî û kontrola dadwerî de têne kirin," Tunç got.

Lê, berdevika DEM Partîyê Ayşegul Dogan îdia kir ku li gelek bajarên Kurdan binpekirinên girîng yên eşkere hatine kirin.

Dogan dîyar kir ku berpirsên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilat û karbidestên dewletê bi hezaran dengderên cîhguhestî birine heremên Kurdan ku dijqanûnî deng dane.

Dogan anî ziman ku dengderên cîhguhestî destdayîna ser vîna gel û darbeya sindoqan e.

"Divê ev ne tenê kêşeya DEM'ê be, li parçeyekî Tirkîyê li heremeke mafê dengdanê yê gel tê asteng kirin, bi darbeyeke ser xwedîderketina li vîna wan," Dogan got.

Berdevika DEM’ê ragihand ku 31 navendên heremên Kurdan bi qasî 46 hezar û 901 dengderên cîhguhestî deng dane.“Agirî Navend 4 hezar û 168, Agirî Avkevirê 204, Êlih Heskêf 280, Êlih Gercûş 274, Çewlîg Azarpêrt 99, Bedlîs Navend 51, Bedlîs Tûx 726, Dersim Mazgêrd Akpazar 127, Amed Gêl 1129, Amed Hezro 797, Amed Pasûr 1929, Xarpêt Dep 519, Erzeromê Karaçoban 312, Colemêrg Çelê 3235, Colemêrg Derecîk 1979, Colemêrg Gever, Colemêrg Bajêrgan 953, Colemêrg Şemzînan 1886, Îdîr Navend 4382, Qers Navend 3842, Mêrdîn Kerboran 570, Mêrdîn Stewr 978, Mêrsîn Akdenîz 460, Mûş Milazgir 609, Sêrt Dihê 1071, Sêrt Misircikê 688, Sêrt Berwarî 33, Sêrt Navend 6328, Şirnex Bêşebab 828, Şirnex Basan 494, Şirnex Navend 6541, Şirnex Qilaban 1409, “ Dogan got.

Dogan bal kişand ku ew wek DEM Partî tevahîya binpêkirinan yek bi yek tomar dikin û wê pêyvajoya hiqûqî bidin destpêkirin û jibo parastina sindoqan bang li gel kir.

Ji alîyê din ve, hin parlamenterên DEM Partî li ser medya civakî bi vidyo belav kirin û gotin ku li Mêrdîn, Amed, Colemêrg û Şirnexê bi hezaran leşker û polîs bi nasnameya dengderên cîhguhestî deng didin ku rêgezên hilbijartinê têne binpê kirin.

Piştî daxuyanîyên rêvebirên DEM Partî, Navenda Têkoşîna Dezenformasyonê ya hikûmeta Tirkîyê ew daxuyanî red kir.

" Li ser hin hesabên medyaya civakî dîmen ku têne parve kirin, ‘dengderên cîhguhestî‘ yên ku ji bajarên cuda tên, bi girseyî tên deng didin. " ne rast in."

Navenda Têkoşîna Dezenformasyonê ragihand ku di hilbijartînên îro de li hin herêman mafê dengdayîna karmendên ewlekarîyê û leşkerên payebilind têne asteng kirin.

Li gor ragihandina Navenda ku giredayê Erdogan e, îdiayên veguhestina girseyî ya wan ‘dengderên cîhguhestî‘ jî ne rast in, veguhestina wan kesane bi armanca ewlehîyê bi girseyî hatiye kirin.

"Beravajîya hin îdiayan, di warê ewlekarîya hilbijartinê deti binpêkirin û neyînî tunene. Ji îdîayên provokatîf yên li ser medyaya civakî yên hatine parvekirin bawer nekin," navendê got.

Tora şopandina hilbijartinan ya sivîl, Platforma Hilbijartina Serbixwe (BSÎP) jî dîyar kir ku çavdêrên wan yên serbixwe li ser sindoqan têne asteng kirin.

"Tevî ku di qanûn, pêşnîyarên Rêxistina Ewlehî û Hevkarîyê li Ewrupa (OSCE), peymanên navnetewî û Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê de ti rêziknameyên qedexekirî tunene, çavdêrên serbixwe yên hilbijartinê jî ji çavdêriya hilbijartinê têne asteng kirin. Çavdêrîya serbixwe ya hilbijartinê mafekî demokratîk e. "