Rewşa Hînkirina Zimanê Kurdî li Tirkîyê Çi Ye?

Xwendekarên dibistana navîn li Tirkîyê heta îro karîbûn ku dersên bijartî bibijêrin ku di nav wan de dersên Kurmancî û Zazakî jî hene.

Jimareke komel û rêxistin bang li malbatan kiribûn ku jibo zarokên xwe Kurdî bijêrin.

Your browser doesn’t support HTML5

Rewşa Hînkirina Zimanê Kurdî li Tirkîyê Çi Ye?

Di vê raportê de rewşa hînkirina Kurdî li Tirkîyê, hêst, nêrîn û daxwazên malbatên Kurd, mamoste, sendîka, partîyên sîyasî yên jibo hînkirin û perwerdeya bi zimanê Kurdî hene.

Li Tirkîyê di Îlona 2012’an de dersa bijartî ya Kurdî, bi zaraveyên Kurmancî û Zazakî, di bin navê “Ziman û Zaraveyên Zindî” de, ketibû nava çarçoveya fêrkirina Wezareta Perwerde ya Tirkîyê.

Li got wê biryarê di polên 5, 6, 7 û 8’an de xwendekarên ku bixwazin dikarin wek dersa bijare zimanê Kurdî bibijêrin û dikarin di hefteyekê de 2 saet Kurmancî yan Zazakî hîn bibin.

Hêjayî balkişandinê ye ku divê herî kêm 10 xwendekar hebin ku li dibistanekê ew dersa bijartî ji were pêşkêş kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporteke Înfografîk li Ser Helmeta Dersa Kurdî Ya Bijartî Li Tirkiyê