Îro salvegera 122’yê ya damêzrandina rojnameya Kurdî ya yekê Kurdistan e ku di 22’yê Nîsana 1898'an de, ji alîyê Mîqdad Bedirxan ve li paytexta Misirê, Qahîre ya dest bi weşana xwe kiribû.
Kurd vê rojê wek Roja Rojnamevanîya Kurdî pîroz dikin û bi panel, semîner û bernameyên taybet vê rojê dixemilînin.
Tevî ku rojnamevanîya Kurdî di salên dawî de rûbirûyê gelek astengîyan dibe, rojnamevanên Kurd karê xwe bi heman pêgirî û biryardarî didomînin.
Em jî wek Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka, vê roja girîng ji hemî hevkarên xwe yê li Kurdistanê û li her derê cîhanê pîroz dikin.