Piştî 23 Salan, Rewşa Parlamena Herêma Kurdistanê Çi Ye?

Parlamantoya Herêma Kurdistanê

Roja Yekşemê li Herêma Kurdistana Îraqê 23 salîya hilbijartinên yekê yên parlemanî hat lidarxistin, di demekê de ku bi mehan e karê parlamanê hatîye rawestandin û çarenivîsa hilbijartinan jî ne dîyar e.

Li gor yasaya hejmar (1) ya Enîya Kurdistanê, di 19'ê Gulana sala 1992'an de li jêr çavdêrîya nûnerên çend rêxistinên bîyanî yên mafên mirov û demokrasîyê û endamên parlamana Ewrupayê, yekemîn hilbijartinên parlamanê hatin lidarxistin. Di wan hilbijartinan de 967,229 dengder beşdar bûn û di encamê de parlamentoya Herêma Kurdistanê bi serokatîya Cewher Namiq Selîm hate holê.

Dr. Yûsif Mihemed.

Serokê xula çaran ya parlamenta Herêma Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed ji Dengê Amerîka re dibêje, “Mixabin ji dema pêkanîna parlamenta Herêma Kurdistanê di sala 1992'an de, piştî hilbijartinan, ji ber destbernedana PDK û YNK'ê digel hêzên din ên Enîya Kurdistanê, yan jî destbernedanê ji hêzên çekdar û desthilata Herêma Kurdistanê di navbera xwe de dabeş kirin û digel peydabûna şerê navxweyî bû sedema du îdareyan."

Serokê berê yê parlamenta Herêma Kurdistanê herwiha got ku, "her ji wê demê ve parlamentoya Kurdistanê nikarîye bibe sazîyeke çavdêrîyê ku bi karê xw rabe, dûr ji tevlêbûna partîyên sîyasî. Her ji wê demê ve heta niha parlamena Kurdistanê nikarîye bibe sazîyeke rast ku nûnertîya gel bike.”

Di yekem hilbijartinên parlamena Herêma Kurdistanê de, Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) 437,889 deng bidest xistin û Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) û Partîya Zehmetkêşên Kurdistanê 423,833 deng bidest xistin. Piştî ragihandina encaman, YNK û PDK li ser dabeşkirina desthilatên hikûmetê li gor sîstema 50/50 lihev kirin.

Di salên piştre de parlamena Herêma Kurdistanê ji ber şerê navxweyî û krîzên sîyasî gelek caran hate astengkirin û daxistin. Ev jî hinek dîrokên herî girîng in:

  • Di sala 1994’an de şerê navxweyî parlaman têk bir.
  • di sala 1996’an de ji ber belavbûna şer civîna xwe ya dawî li dar xist.
  • Sala 2002'an parlamentê ti civin pêk neanîn.
  • Di sala 2015’an de ji ber nakokîyên dijwar yên li ser dirêjkirina dema seroktîya Serokê wê demê Mesûd Barzanî, parlamena Herêma Kurdistanê dîsa civîna xwe bi dawî anî.
  • Ji karxistina herî dawî ya parlamena Herêma Kurdistanê di 30ê Gulana îsal de bû piştî ku Dadgeha Federal ya Îraqê biryara dirêjkirina rûniştina xula pêncan a parlamenî ya sala 2022'an bi neqanûnî da naskirin û derîyê parlamentoyê careke din hate girtin.

Civîneke parlamena Herêma Kurdistanê (arşîv).

Şêwirmendê xula pêncan ya parlamena Herêma Kurdistanê Dr. Mecîd Salih ji Dengê Amerîka re got ku “trajedîyeke mezin e ku ji karketina parlamena Kurdistanê, xelk digihin wê astê ku Îraqê weke rizgarkerê xwe bibîne. Sedema vê yekê ew e ku serokên herdu partîyên deshilatdar çarenivîsa gel gihandine wê astê ku gel bi xwe daxwazê ji Îraqê bike pirsgirêkan wan çareser bike.”

Dr. Salih dîyar kir ku daxistina her dezgeheke hikumranîyê, ku yek ji wan parlamen e, kêmasîyeke mezin e. Wî got, "yek ji mezintirîn kêmasîyên bo her dewletekê, bo her neteweyekê. Mixabin daxistina parlamanê ne tenê ew e ku wek sazî hatiye girtin, ew di heman demê de bêrêzkirin li gel û vîna gel e."

Ji dema ku hatiye damezrandin, Herêma Kurdistanê 5 hilbijartinên parlamenî pêk anîne, lê ti carî nikarîye di dema xwe ya yasayî de hilbijartinan pêk bîne.

Derengketina hilbijartinan piştî gera yekê wiha bû: di gera duyê sala 2005'an de hat lidarxistin, anku ku bi 10 salan ji ber şerê navxweyî hate paşxistin. Di sala 2009'an de gera sêyemîn bi nêzî 2 mehan hat paşxistin, Di sala 2013'an de gera çaremîn nêzîk du hefteyan dereng ket. Gera pêncan ya sala 2018'an zêdetirî salekê hat paşxistin.

Biryar bû gera şeşan ya hilbijartinan di sala 2022'an de hatiba lidarxistin û li dema 2 salên borî de, serokê Herêmê çend rojên cuda dîyar kirine, ya herî dawî jî 10'ê Hezîrana îsal bû. Lê jiber nakokîyên navbera YNK û PDK'ê li ser yasaya hilbijartinan û guherînên li ser kursîyên parlamenê, xuya nake ku hilbijartin di wê demi de bên kirin.

Deştî Sadiq, pisporê hilbijartinan li Hewlêrê, ji Dengê Amerîka re got, "nîşanên destê partîyan bo sîyasîkirina parlamena Kurdistanê û hizbîkirin wê, ku bandoreke gelekî xirab li ser Herêma Kurdistanê kir. Jiber vê yekê parlament herdem nikarîye rola xwe ya rast bilîze."

Sadiq herwisa da zanîn ku “Em hêvîdar in ku hilbijartin bên kirin û ev valahî bê tijî kirin û her kes hîn jî li benda dîyarkirina hilbijartinan e."

Dadgeha Federalî ya Îraqê di 21ê Sibata 2024ê de biryar dabû ku 11 kursîyên kota yên parlamena Herêma Kurdistanê nemine û hijmara kursîyan 100 kursî be û sîstema hilbijartinê ji yek dever guhert û kir çar dever.

PDK'ê piştî biryara Dadgeha Federal helwesteke tund nîşan da û biryar da ku beşdarîyê di hilbijartinê neke.

Şêwirmendê xula pêncem a parlamena Herêma Kurdistanê Dr. Salih di wê bawerîyê da ye ku parlamena Herêma Kurdistanê karîye çend biryarên di berjewendi ya giştî ya Herêma Kurdistanê de bide.

Dr. Mecîd Salih ji Dengê Amerîka re got, “Di hemû qonaxan de, tevî van hemû kêmasîyan, tevî gelek astengîyan, tevî ku partîyan dixwest îradeya parlamen û îradeya gel binpê bikin, lê di dema borî de çend qanûnên girîng ji bo Herêma Kurdistanê hatin derxistin û pir caran parlamena Kurdistanê beşdar bû di çareserkirina hinek pirsgirêkan de.”

Wî herwisa da zanîn ku “Mixabin prosesa sîyasî li Kurdistanê bi awayekî kesîtî birêve diçe, jiber nebûna parlamenê, êdî çarenivîsa gel di destê partîyên sîyasî û sîyasetvanên nav partîyan de ye û ewê çarenivîsa milet dîyar bikin.”