Ofisa N.R.T li Duhok ji layê hêzên ewlekarîyê hat desteserkirin

Piştî li şeva19/20 xwenîşadan li qeza Zaxo hatî encamdan û hijmarek ji welati û hêzên ewlekarîyê hatin birîndarkirin, peyamnêrê N.R.T Ehmed Zaxoyî têt girtin .

Roja 8-20 hêzên ewlekarîyê dest dana ser ofîsa N.R.T. li Duhok.

Rêveberê ofîsa Duhok ya N.R.T.(Bêwar Hilmî) got:( belê peyamnêrê me Ehmed Zaxoyî ji layê hêzên ewlekarîyêve tête girtin û tako nokeji girtî maye.

Bêwar di berdewamiya axftina xoda dibêje( li Duhok hêzên ewlekariyê dest dana ser ofîsa me û tako noke ofîsa me di destên hêzên ewlekarîyêdane û em sedema vê yekê nizanîn.

Hilmî dibêje Iro li qeza Amêdiyê li nahiya Dêrelokê peyamnêrê N.R.T Nîhad Oremarî ji layê hêzên ewlekarîyê tête deste serkirin û bo mawê niv demjimêrê desteser kirin û paşî azadkirin, lê kel û pelên wan dest dana ser.

Your browser doesn’t support HTML5

Selam Balayî-20-aug-2020

Di heman demê de Kawe Omer, peyamnêrê Dengê Amerîka de raportekê de derbarê xwepêşandanê şand, li wir bi çalakvan û rojnamevanek ji Zaxo re peyvî.

Your browser doesn’t support HTML5

Kawe Omer - 20-aug-2020