Stranbêjê Meqamê Kurdî Şukir Xeyat Koça Dawî Kir

Portraite of Kurdish Singer Shukir Khayat

Roja Înê 18ê Tebaxê, hunermendê naskirî Şukir Xeyat li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawî kir.

Ew di bin çavdêriya pizîşîkî de bû berî koça dawî ji ber rewşa tenduristiya wî ya xerab.

Hunermend Şukir kî ye?
Navê wî Şukir Mihemed Qadir e, ku tê naskirin bi navê (Şukir Xeyat), ew di sala 1940î de li gundê Qelexanlewî li navçeya Germiyan ji dayik bû.

Di temenê 12 salî de bi malbatî li bajarê Kerkûkê bicî bû.

Li gorî aghiyên di derbarê jiyan wî de û hevpyvînên wî , wî di temenekî biçûk de dest bi stranbêjiyê kir û di bin bandora mamoste Elî Merdan û Seyîd Esxer Elî Kurdistanî fêrî meqamên resen yên kurdî bû.

Di temenê 18 salî de, strana xwe ya yekem bi neyjenê kurd Ehmed Dawûd re tomar kir.

Hunermend Şukir gelek cûrên meqamê kurdî zanîbû û her wî di nav civatê jî belav dikir da ku ew hunera resen nemre û di nav kurdan de bijî.

Ji bo debara jiyana xwe, wî karê terziyê dikir. Ji ber vê bi navê "Xeyat" dihat neskirin.

Piştî bûyerên sala 2017'an li Kerkûkê , wî mala xwe barkir Hewlêrê û li wir ma ta dawiya jiyana xwe.

Wî digot : “Hunermendê ku nizanibe meqaman bêje, ew ne hunermend e.”
Ji nav meqamên ku pê dihat naskirin : Ella Weysî, Qetar, Ay Ay, Sîga, Xawker, Hîcran, Rast, Xurşîdî, Xezalî, Hîcaz, Çiwarge, Sîba, Ecem, Nehawend û hinên din jî.

“Sewz” strana wî ya ku pir belav bibû û di nav civata kurdî de li Başûr û Rojhilatê kurdistanê deng vedabû.

Bi koça dawî ya vî hunermendê resen, hunera kurdî stêrkek din ji stêrkên xwe yên hêja wenda kir.