Kempeyna (#BiKurdî) jibo Xwendin û Nivîsandina bi Zimanê Kurdî Destpê Dike

Hejmarek çalakvanên Kurd li Sûrîyê kempeynek bi haştaga (#BiKurdî) li ser tevnên civakî destpê kiriye.

Li gor rojnamevan Alan Meîş ku ji çalakvanên vê kempeynê ye, armanca wan Kurdî bibe zimanê jiyan û danûstandinê û sala 2022'an bibe sala zimanê Kurdî.

Alan Meish

Meîş dîyar kir ku ew dixwazin Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê hemû belavok, zagon û biryarên fermî bi zimanê Kurdî jî werin weşandin.

“Me pêwîstî bi hişyarîyekê dît, daku balê bikşînin ser girîngîya zimanê Kurdî, herwiha xwe pê bidin nasîn, çimkî em bi xwe li zimanê xwe nenêrin kesek lê nanêre û dê qels bimîne,” wî ji Dengê Amerîka re got.

Ji alîyê xwe ve, wêjevan û zimanzanê Kurd Merwan Berekat dibîne ku dijmin û xêrnexwazên gelê Kurd li dijî karanîna Zimanê Kurdî dixebitin û zimanên xwe disepînin.

Loma li hember vê yekê Berekart xwest ku Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û wî biparêzin.

“Gelek rêbazên parastina zimanê Kurdî hene; ya yekê dayîk û bav di nava malbatê de bi Kurdî bi zarokên xwe re biaxivin, çimkî ziman nebe yê axaftinê ferheng tenê nikanin wî biparêzin,” Berekat anî zimên.

Merwan Berekat

Berekat tekez dike ku Zimanê Kurdî pir dewlemnd e û têra xwe heye bibe zimanê her warê jîyanê.

“Divê Kurd xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi Z=zimanê Kurdî bikin, bi çi şêweyî dibe û li kûderê dibe, herwiha divê girîngîyê bidin berhemên bi Kurdî û pirtûkxaneya Kurdî zengîntir bikin,” wî got.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku zimanê Kurdî salên dûr û dirêj li Sûrîyê qedexe bû, di çend salên borî de Rêvebirîya Xweser ew xiste perwerdeya dibistanê û weke zimanekî fermî nasand.

Lê zimanhezên Kurd dibêjin ku zimanê Kurdî hîn bi temamî cihê xwe negirtiye, loma dixwazin fermîyeta wî durist pêk were û ked bê dayîn da ku bibe zimanê jîyanê.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Newroz Reşo - 12_30_2021