13 Hecîyên Herêma Kurdistanê li Erebistana Saudî Mirine, 20 jî Windayî Ne

Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê ragihand ku heta niha 13 welatîyên Kurdistana îraqê li Erebistana Saudîyê mirine û çarenivîsa 20 hecîyên din ne dîyar e.

Karwan Stûnî, Berdevkê Hec û Omreîyê li Herêma Kurdistanê, ji Dengê Amerîka re got ku “ji wan 13 kesên ku mirine, 12 bi vîzaya salane serdana Hecê kirine, ku bi rîya Wezareta Ewqafê hatiye kordînekirine.”

Stûnî got ku sedema serekî ya van mirinan pileya bilind ya germê li Erebistana Saudîyê ye ku di roja Erefatê de 51 pile derbaz kir.

Li gor daneyên fermî yên Rêvebirîya Hec û Omreyê li Herêma Kurdistanê, 4,685 welatîyên Herêma Kurdistanê bi mebesta heckirinê îsal çûne Erebistana Saudîyê.

Hikûmeta Erebistana Saudî ragihandîye ku pêla germê vê havînê bûye sedema gelek mirinan û derketina gelek nexweşîyên girêdayî pileya bilind ya germê. Wezareta Saxlemîya Saudî îro Sêşemê dîyar kir ku tîmên awarte 2,700 hecîyên jiber germê nexweş ketine derman kirine.

Hikûmeta Urdunê jî ragihand ku 14 welatîyên wê li Hecê jiber germê mirine û Îranê jî eşkere kiriye ku 11 welatîyên wê li Erebistana Saudî mirine.