Di van salên dawî de koçberîya Kurdan ku ji Tirkîyeyê derketine ber bi Ewrupayê ve diçin gelek zêde bûye.
Pispor vê pêla koçberîyê bi hin faktorên wek zehmetîyên aborî yên li Tirkîyeyê, nearamiya sîyasî û zextên civakî yên li ser Kurdan ve girêdidin.
Li gor daneyên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê (TUÎK), di 5 salên dawî de hejmara welatîyên Tirkîyê yên ku koçî derveyî welat kirine, hema hema çar qat zêde bûye û bûye 697 hezar û 194 kes.
Rêvebirê Konfederasyona Kurdên Dîyaspora (DÎAKURD) Mehmet Tanriverdî, radigîhîne ku tenê li Almanyayê bêtirî 2 mîlyon Kurd hene.
“Di salên dawî de gelek cîwan, keç û xortên Kurd berê xwe didin welatên Ewrupî û herî zêde jî tên Almanya. Di nav Kurdên dîasporayê de pirtir ji 2 mîlyon Kurd niha li Almanyayê dijîn. Kurdên ku beşek ji vê koçberîyê ne bi hêvîya avakirina jîyaneke nû koç dikin, lê dikarim bibêjim ku di bin sedama vê koça Kurdan de rewşa aborî û sîyasî cî digire.”
Li Almanyayê Kurd di serlêdanên koçberî û penaberîyê de cîhekî girîng digirin. Li gorî daneyên Ajansa Koçberan û Penaberan ya Almanyayê (BAMF) di çar mehên destpêkê yên sala 2024’an de 92 hezar û 454 kesan serî li Almanyayê daye û ji wan herî kêm 18 hezar kes bi eslê xwe Kurd in. Ev hejmar jî nîşan dide ku ji her pênc penaberan yek Kurd e.
Li gor vê raportê piranîya Kurdên ku koç kirine ji Tirkîyê (9 hezar û 110) û Bakurê Sûrîyê (5 hezar û 791) ne.
Parlamanterê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sakik, dibêje ku di bin vê koçkirina Kurdan de sîyaseta dewletê heye.
“Li bajarê Agirî, di nav 4-5 salên dawî de nêzikî 50 hezar kes koç kirine. Ji wan hin li Tirkîyê mane, yê din jî çûne Ewrupa, Amerîka, Kanada. Ev awayê koçkirina Kurdan bi agahîya dewletê çêdibe. Dewlet bi zanabûn dixwaze ku Kurdan ji warê wan dûr bixîne û koçî der bike. Pêdivî ye ku em bi vê yekê agahdar bin.”
Berdevkê PDK-Bakur Hişyar Ozalp jî bawer dike ku sedema koçkirina Kurdan hem sîyaseta dewletê ye û hem jî nebûna sîyaseteke zelal ya Kurdan e.
“Di koçkirina Kurdan de hejmareke zêde piştî şerên xendekan destpê kir. Di vî şerî de tenê bajar xirab nebûn, derûnîya gel Kurd jî xirab bû. A rastî sîyaseta Kurd jî ji wê pirsgirêkê re dermanek nedît û hêvîyeke neda Kurdan. Lê, di van çar pênc salên dawî de jî jiber rewşa aborî û sîyasî Kurd koçî Ewrupa û Amerîka dikin.”
Your browser doesn’t support HTML5