Komên Serhilda yên Sûrî Çima Alîkarîyên Mirovî yên ji Rêvebirîya Xweser Asteng Dikin?

Ev sê roj in li ser rawestîna karwanê alîkariyên Rêveberiya Xweser li dergehê Um Celûd yê di navbera bakur û rojhilatê Sûriyê û bakur û rojavayê Sûriyê.

Karbidestên Rêveberiya Xweser radigihînin ku ew li hêviya biryara hikûmeta demkî ya opozisyonê ne ji bo derbaskirina alîkariyan, lê heya niha ti biryara derbarê derbaskirina alîkariyan nehetiye dayîn.

Welatiyên sûrî yên ku rastzerarê hatine li bakur û rojavayê Sûriyê, nerzîbûna xwe ji biryara hikûmeta demkî nîşan didin.

Li gorî çavdêran, hikûmeta demkî rê nade derbaskirina karwanê alîkariyan ê ji aliyê Rêveberiya Xweser.

Rêveberê çavdêriya mafê mirovan SHOR Ramî Ebidrehman di daxuyaniyeke taybet de ji bo Dengê Amerîka tekez kir ku

"Serokê hikûmeta demkî ya bi ser Tirkiyê ve, alîkariyên ji hêla Rêveberiya Xweser red dike."

Li gorî pisporan, nakokiyên siyasî di navbera aliyên sûrî de, sedmên sereke ne ji negihiştina alîkariyan bo herêmên wêranbûyî ji erdhejê.

"Herêmên bakur û rojavayê Sûriyê yên li jêr kontrola Tirkiyê bi biryara Tirkiyê ve girêdayî ne."

Pisporê leşkerî, Ehmed Rehal got

Li gorî endamê şaneya kirîzê ya Rêveberiya Xweser, Ciwan Ibrahîm, wan 50 tenkerên sutemenî û alîkariyên mirovî amade kirine ku derbasî bakurê rojavayê Sûriyê bibin, lê ji ber biryara siyasî a desthilata wê deverê, heya niha karwanê alîkariyan derbas nebûye.

Piştî 4 rojan ji erdheja Tirkiyê û Sûriyê, hejmara qurbaniyên erdhejê li Sûriyê 4000 kes derbas kiriye.

Her wiha bi sedan kes jî di jêr kavilan de mane.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_02_10_2023_Kurdish_Aid_NW_Syr